PDK-S banga şermezarkirina kiryarên PYD dike

Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) daxwaz ji hêzên kurdistanî kir kiryarên PYDê yên êrîşa li ser baregehên ENKSê û partiyên di nava wê de şermezar bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) daxwaz ji hêzên kurdistanî kir kiryarên PYDê yên êrîşa li ser baregehên ENKSê û partiyên di nava wê de şermezar bikin.

Polîtbîroya  PDK-Sê di daxuyaniyekê de ragihand ku, ji ber bûyerên li komelgeha Xanesorê ya Şingalê rû dane, yên di navbera hêzên Pêşmerge û PKKê de, hêzên ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) wek karvedanek li Rojavayê Kurdistanê dest bi helmteke girtinê derheqê endam û kadroyên PDK-S û Encûmena Niştîmanî ya Kurdî (ENKS) kiriye.

Herwiha daxuyaniya PDK-Sê amaje bi wê yekê kir, ku hêzên ser bi PYDê VE hejmarek ji nivîsgehên PDK-Sê û ENKSê hatine şewtandin û sivikatî bi ala Kurdistanê û sembolên pîroz yên gelê Kurd jî hatin kirin.

Polîtbîroya  PDK-Sê da zanîn ku, bûyerên vê dawiyê li deverên Kurdî rû dane bi parastina hêzên Asayşa Rojava bûn û ew berpirsyaretiya van bûyeran hildigirin.

PDK-Sê di daxuyaniya xwe de daxwaz ji hêzên Kurdistanî yên dike ku van kiryarên PYD dike, şermezar bikin û fişarê bixin ser wê partiyê da ku dest ji van kiryaran berde.

Tê zanîn ku ji roja 3 Adarê ve baregeh û nivîsgehên ENKSê û partiyên di nava wê de rastî êrîş û şewitandinê tên. Nûneratiya ENKSê li Hewlêrê jî ragihand, heta niha baregehên ENKSê, li Serê Kaniyê 3 caran, li Dirbasiyê 2 caran, li Dêrik, Qamişlo û Amûde hatine şewitandin. Baregehên PDK-Sê, 2 caran li Qamişlo, li Serê Kaniyê hatin şewitandin. Baregehên PYKS, li Qamişlo 2 caran û li Hesekê jî hatin şewitandin.