Pêwendiyên 10 salan yên Tirkiye û Kurdistanê

Di demên dawî de gelek siyasetmedar û nivîskarên Tirkiyê serxwebûna Kurdistanê nîqaş dikin û bi erenî pêşwazî dikin. Lê beriya 10 salan Tirkiye li hemberî herêma Kurdistanê gelek sor bû. Di 10 salên dawî de pêwendiyên Kurdistan û Tirkiyeyê her pêşve çû û gihişt konaxek stratejîk.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Di demên dawî de gelek siyasetmedar û nivîskarên Tirkiyê serxwebûna Kurdistanê nîqaş dikin û bi erenî pêşwazî dikin. Lê beriya 10 salan Tirkiye li hemberî herêma Kurdistanê gelek sor bû. Di 10 salên dawî de pêwendiyên Kurdistan û Tirkiyeyê her pêşve çû û gihişt konaxek stratejîk.

Siyaseta Tirkiyê ya li hemberî Herêma Kurdistanê gelek caran hatiye guhertin. Komara Tirkiyeyê ji roja ku hatiye damezirandin, heta niha digel Kurdistanê carina pêwendiyên baş daniye û carna jî dijayetî kiriye. Lêbelê di 10 salên dawî de pêwendiyên Tirkiyeyê û Kurdistanê bi şêweyekî sîstematîk û cihgirtî her bi pêş ve çû. Pêwendîyên cihgirtî piştî ku Tirkiye siyaseta xwe ya klasîk a li hemberî Kurdistanê guhert destpêkir.

Lijneya Ewlekariya Netewî ya Tirkiyê di civîna xwe ya 24ê Nîsanê ya sala 2008an de biryar da ku, bi hemû pêkhate û aliyên siyasî yên Iraqê re danûstandinan bike. Li ser vê biryarê Tirkiyê Mesûd Barzanî wekî Serokê Herêma Kurdistanê nas kir û pêwendî danî.

Di vê çarçoveyê de Ahmet Davutoglu ku wê demê şewirmendê Erdogan bû 1ê Gulana 2008an de serdana Kurdistanê kir û digel Serokwezîr Neçîrvan Barzanî civiya. Di sala 2010an de jî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştî 6 salan serdana Tirkiyê kir û digel Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan û Wezîrê Derva yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu hevdîtinek pêk anî.

Davutoglu got li Rojhilata Navîn guhertinên mezin pêk tên û pêwîst e pêwendiyên Tirkiye û Kurdistanê baş bin. Piştî vê serdanê Tirkiye di 12ê Cotmehê de li Hewlêrê Kunsulxaneya xwe vekir. Piştre jî Kurdistanê yekemîn car pêşwaziya Serokwezîrekî Tirkiyê kir.

Recep Tayîp Erdogan ku wê demê Serokwezîr bû, tevlî rewresma vekirina firokxaneya navdewletî ya Hewlêrê bû. Digel heman serdanê 3 bankeyên Tirkiyê jî li Kurdistanê dest bi kar kirin.

Di dawiya sala 2013an de Tirkiye bi Kurdistanê re heta 50 salan peymana petrolê îmze kir. Hinardina wê jî di heman demê de destpê kir û heta niha jî berdewam dike.

Pêwendiyên Tirkiye û Kurdistanê di sala 2013an de gihiştbû konaxeke gelek germ. Li Bakurê Kurdistanê jî bi navbeynkariya Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêvajoya aştiyê berdewam dikir. Wê demê Barzanî û Erdogan li Diyarbekirê digel kurdan hatin ba hev û peyamên aştiyê dan. Di serdana Şaredariya Diyarbekirê de jî Barzanî bi germî û kêfxweşî hate pêşwazî kirin.

Serdana herî girîng ya Barzanî bo Tirkiyê bêgûman 9ê Berçileya 2015an de pêk hat. Lewra di wê serdanê de dewleta Tirkiyê yekemîn car di prokotokolê de Ala Kurdistanê danî. Di 23ê Mijdarê de jî Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta Tirkiyê biryar girtin ku li Enqereyê nûnertiya Kurdistanê vebe. Êdî pêwedniyên Kurdistan û Tirkiyeyê di asta herî bilind de bû.

Lewra di serdana dawî ya Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî de Ala Kurdistanê vê carê jî ber bi asmanê ve hatibû bilindkirin. Beriya 18 salan dema Parlementoya Kurdistanê biryara bilindkirina Ala Kurdistanê dabû, Tirkiye nerazîbûneke tund nîşan dabû. Dewleta Tirkiyê digot bilindkirina ala Kurdistanê nîşaneya serxwebûnê ye. Lê piştî 18 salan Tirkiye wê nîşana serxwebûnê li firokxaneya Atatûrkê bilind kir.