Swîsra: Balyozxaneya Tirkiyê, navenda sîxurtiyê ye

Krîza sîxurtî ya navbera Tirkiye û Swîsrayê mezintir dibe. Hikûmeta Swîsrayê da xuyakirin, balyozxaneya Tirkiyê wek navenda xebatên sîxurtiyê tev digere û melayên mizgeftan jî sîxurti dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Krîza sîxurtî ya navbera Tirkiye û Swîsrayê mezintir dibe. Hikûmeta Swîsrayê da xuyakirin, balyozxaneya Tirkiyê wek navenda xebatên sîxurtiyê tev digere û melayên mizgeftan jî sîxurti dikin.

Hikûmeta Federalî ya Swîsra, di rapora xwe ya salane de destnîşan dike, Balyozxaneya Tirkiyê ya li Bernê navenda xebatên sîxurtiyê ye û bi parêzbendiya dîplomatîk jî ev xebata xwe asan dimeşînin.

Tê ragehandin, bo sîxurtî zextên mezin li ser penaberan tê kirin û bi taybet piştî hewldana derbeya serbazî ya li Tirkiyê, hewlên sîxurtiyê zêde bûne. Melayên mizgeftan derbarê komele û saziyan de agahî kom dikin û bo hikûmeta Tirkiyê dişînin.