Rêveberiya Xweser li Minbicê hat ragihandin

Li bajarê Minbicê Rêveberiya Xweser ji aliyê Encûmana Zagonsaz ve hate ragihandin û 13 komîte hatin avakirin. Herwiha ev rêveberî ji tevahî pêkhateyên bajêr hatin hilbijartin.
kurdistan24.net

 

K24 – Minbic

Li bajarê Minbicê Rêveberiya Xweser ji aliyê Encûmana Zagonsaz ve hate ragihandin û 13 komîte hatin avakirin. Herwiha ev rêveberî ji tevahî pêkhateyên bajêr hatin hilbijartin.

Encûmana Zagonsaz li bajarê Minbicê di civîneke vekirî de rêveberiya sivîl ragihand, ku 13 komîte tê de destnîşankir. Herwiha serok û hevserokên rêvebarî û komîteyan bi nav kir û sûnd bi zimanê Kurdî û Erabî û Tirkî hata xwarin.

Rêvaberiya Minbicê wek “Kantona Pêncemîn” tê pejrandin, lê endamên vê rêvabariyê tekez dikin, ew rêveberiyake serbixwe ye û ta niha bi ti aliyan ve nehatiye girêdan. Herwiha dibêjin ku pêşbîn e ew piştî lêkolînan tevlî Fedralîzma Bakurê Sûriyê bibin.

Ragihandina rêvaberiyê li Minbicê tê, piştî ku hêza Amerîkî bi awayekî aşkere parastina xwe ji bajêr re li pêş gefên Tirkiyê dîyar kir. Herwiha derbasbûna hêzên Rûsya û rêjîma Sûriyê di hundir xala parastina bajêr de.