Rêveberiya Xweser hemû baregehên ENKSê û partiyên wê daxistin

Hêzên ser bi Rêveberiya Xweser 16 nivîsgeh û baregehên ENKS û PDK-S û PYKS û hin saziyên civaka sivîl li bajarên Rojavayê Kurdistanê daxistin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên ser bi Rêveberiya Xweser 16 nivîsgeh û baregehên ENKS û PDK-S û PYKS û hin saziyên civaka sivîl li bajarên Rojavayê Kurdistanê daxistin.

Hêzên ser bi Rêveberiya Xweser şeva borî hejmarek ji nivîsgeh û baregehên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) û hin rêxistinên civaka sivîl bi hinceta wernegirtina muhtê ji Desteya Navxwe ya Rêveberiya Xweser daxistin.

Li gor zanyariyên K24ê nivîsgeh û baregehên hatine daxistin ev in: 

Qamişlo: Baregeha PDK-Sê, Baregeha PYKS.  

Amûde: Baregeha ENKSê, Baregeha PDK-Sê, Baregeha PYKS, Nivîsgeha Yekîtiya xwendekar û Ciwanên Demokratîk a Kurdistanê - Sûriye (YXCDK-S)

Heseke: Baregeha PDK-Sê, Xwecihiya Rojhilata ya ENKSê, Xwecihiya Rojava ya ENKSê, Baregeha PYKS.

Dêrik: Xwecihiya ENKSê, Baregeha PDK-Sê, Baregeha PYKSê, Baregeha Partiya Demokrat a Pêşverû a Kurd li Sûriyê (Pêşverû), 2 Baregehên Tevgera Ciwanên Kurd, Nivîsgeha Sekretariya YXCDK-S, Nivîsgeha Yekîtiya Jinê ya Kurdistanê.

Ji roja 3 Adarê ve, ji derkertina aloziya di navbera hêza Pêşmerge û PKKê li Komelgeha Xanesorê ya li Şingalê, piraniya baregeh û nivîsgehên ENKSê û partî û rêxistinên ser bi wê ve ji aliyê grûpên nenas ve rastî êrîş, teqandin û şewitandinê hatin.

Desteya Navxwe li Cizîrê duh hişyarî da partiyên siyasî yên Kurd, heger di 24 demjimêran de muhletan wernegirin, dê ji aliyê hêzên asayişê ve bêne girtin.

Lê ENKSê û partiyên di nava wê de dibêjin, ew rêveberî ne rewa ye û ne jî ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin, loma ew muhletan jê wernagirin.