McCain: Divê Trump stratejiyeke nû bo Sûriyê dane

Sînatorê Amerîkî John McCain daxwaz ji Serokê Amerêka Donald Trump dike stratejiyeke nû ji bo çareserkirina krîza Sûriyê dane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sînatorê Amerîkî John McCain daxwaz ji Serokê Amerêka Donald Trump dike stratejiyeke nû ji bo çareserkirina krîza Sûriyê dane.

Sînatorê Komariyan John McCain ku niha serkirdayetiya Komîta Bergîriyê di Encûmena Pîran dike, di twîtekê de nivîsaniye, ku 6 sal ji şerê navxweyî ya Sûriyê, 400 hezar kes hatine kuştin  û nîvê xelkê Sûriyê penaber bûne û 9 milyon kes jî pêdviya wan bi alîkaryên mirovî hene.

Herwiha McCain nivîsiye, “Ji her demekê bêhtir, pêdviya me di dema niha de bi stratejiyeke nû heye.”

Roja 15 Adarê krîza Sûriyê kete sala xwe şeşemîn, ku gelek guhatrin li ser meydana Sûriyê rû dane, ji wê jî kontrolkirina artêşa Sûriyê ji rûbereke berfereh ji xaka Sûriyê, bi taybet li bakurê Sûriyê û Helebê.

Amerîka ji demekê ve piştgîriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di operasyona kontrolkirina Reqayê dike, ku di çend rojên borî de 400 leşkerên xwe şandibûn Sûriyê. Bi vê hejmarê jî niha dora 900 leşkerên Amerîkî li Sûriyê bicih bûne.

McCain wek kesê ku bi piştevanê avakirina navçeyeke tampon li bakurê Sûriyê û çekdarkirIna yekîneyên opozîsyona Sûriyê tê naskrin.