Sedema guhertina polîtîkaya Tirkiyê ya li Sûriyê

Li Sûriyê der barê operasyonên leşkerî de nêzîkbûna Amerîka û Rûsya û piştevaniya bo PYD dibe sedema guhertina polîtîkaya Tirkiyê ya li ser Sûriyê. Li gor pispor û şarezayan Tirkiye neçar e ku polîtîkayeke hevseng dişopîne û êdî qanî bûye ku Esed wê dev ji desthilatiyê bernede.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Li Sûriyê der barê operasyonên leşkerî de nêzîkbûna Amerîka û Rûsya û piştevaniya bo PYD dibe sedema guhertina polîtîkaya Tirkiyê ya li ser Sûriyê. Li gor pispor û şarezayan Tirkiye neçar e ku polîtîkayeke hevseng dişopîne û êdî qanî bûye ku Esed wê dev ji desthilatiyê bernede.

Li Sûriyê li dijî DAIŞê ji ber nêzîkbûna Amerîka û PYD têkiliya Tirkiye û Amerîka demeke dirêj têk çûbû. Piştî ku Donald Trump bû serokê Amerîkayê, Tirkiye li bendê bû ku Washington polîtîkaya xwe ya der barê Sûriyê de biguhere lê Amerîka dev ji piştevaniya PYD berneda. Li gor pisporan, Tirkiye êdî qanî bûye ku wê Esed neçe lê polîtîkaya Tirkiyê ya li ser PYDê jî naguhere.

Pisporê Têkiliyên Derve Prof. Dr. Îlter Turan li ser vê mijarê ji K24ê re axivî û got: “Rûsya hem hebûna xwe ya li Sûriyê mayînde dike hem jî bo bikaranîna li dijî Esad dixwaze YPGê li wê derê wekî hêzeke bi cî bike. Ji ber ku armanca pêşî ya Amerîkayê jî DAIŞe, wisa xuyaye ku di vî warî de bi Rusyayê re li hev kirine. Anku êdî aşkere bu ku Emerîka û Rusya derbarê YPGê de guh nadin hessasiyetên Tirkiyê. Lê belê Tirkiyê bi temamî derveyî vê polîtîkayê nahêlin jî. Tirkiyê jî her çiqas li dijî YPGê helwesta xwe biparêze jî nikare bi heman polîtîkayê li dijî Amerîka, Rusya û Esed tevbigere. Ji ber wê jî em dikarin bibêjin ku Tirkiyê derbarê ji kar xistina Esed de nêrîna xwe guhertiye.”

Li gorî hinek pisporan jî, dema guhertina polîtîkaya Tirkiyê ya li ser Sûriyê, pêwîst e ji bo Kurdên li Sûriyê jî polîtîkayeke ya Tirkiyê hebe. Pisporê Rojhilata Naverast Galîp Dalay got: “Divê Tirkiyê li Sûriyê derbarê PYDê de polîtîkaya xwe ya li dijî Kurdan biguherîne. Alternatîfa PKKê û PYDê ne ji holê rakirina wan e. Tirkiyê dikare bi alîkariya Barzanî li cihên ku di bin kontrola PYDê de ye pergaleke piralî bi afirîne û li van deran jî di warê rêveberiyê de jî bo temsîliyeta komên din yên Kurd polîtîkayeke sîstematîk birêve bibe.”

Tirkiye di heyama Obama de ji ber ku piştevaniya YPG'ê dihat kirin rexneyên tund li dijî Amerîkayê dikir lê belê niha Tirkiye hewl dide li gor polîtîkayek hevseng tevbigere.