Wezareta Pêşmerge hişyarî da
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêveberê Hişyarî û ragihandinê ya Wezareta Pêşmerge Helgurd Hikmet ragihand, Wezareta Pêşmerge take dezgeh e bi hêzên çekdarên Herêma Kurdistanê, her hêzek jî derveyî vê wezaretêbe, ne yasayî û ne rewa ye.
Helgurd Hikmet ji K24ê re ragihand, dezgehên Herêma Kurdistanê yên pêwendîdar dê dûvçûnê bo her kesek an aliyekî bike, ku hewl bide hêzeke leşkerî ji derveyî çerçoveya hêza Pêşmerge li Herêma Kurdistanê ava bike.
Li gor hin jêderên ewlehiyê, ku Heşda Şeibî li hin deverên ser bi Hewlêrê ve dest bi tomarkirina navan kiriye. Desthilatên Herêma Kurdistanê jî hişyariyê dide.
Mîlîşya Heşda Şeibî ku mîlîşyayeke Şî'î ye û ji 67 grûpên çekdar pêk tê, di 13 Hizêrana 2014an de li ser fetweya Lêvegera Şîî Elî Sîstanî hate damezrandin.