Li Kobanê agirê Newrozê vêket
K24 – Navenda Nûçeyan
Tevî biryara Asayişa Rojava ya qedexekirina agirê Newrozê, li bajarê Kobanê welatiyekî agirê Newrozê vêxist.
Welatiyekî Kobanî îro û bi boneya cejna Newrozê, agirê Newrozê vêxist û wêneyên xwe ligel agirê Newrozê belav kir.
Berî du rojan, Asayişa li Rojavayê Kurdistanê, ahengên şeva Cejna Newrozê û vêxistina agirê Newrozê li tevahiya bajarên Rojavayê Kurdistanê qedexe kiribû.
Di dirêjahiya dîrokê de, di êvara Newrozê de li tevahiya gund û bajarên Kurdistanê agirê Newrozê wek nîşana azadiyê tê vêxistin. Tevî biryara qedexekirina vêxistina agirê Newrozê ji aliyê Rêveberiya Xweser û Asayişa li Rojava, lê ev biryar ji aliyê welatiyên Kurd ve nayê qebûlkirin.