Herêma Kurdistanê beşdarî civîna Hevpeymaniya Navdewletî dibe

Biryar e îro Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi amadebûna nûnerê Herêma Kurdistanê li Washingtonê bicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e îro Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi amadebûna nûnerê Herêma Kurdistanê li Washingtonê bicive.

Civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi amadebûna nûnerên 68 welatan li Washingtonê birêve biçe û du rojan berdewam bibe, ku her yek ji NATO û çend rêxistinên din jî beşdar bin.

Civîn li ser vexwandina Wezareta Derve ya Amerîkayê ye û Serokwezîrê Iraqê û şanda pê re tê de beşdar dibin, ku di nava wê şandê de Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên jî heye.

Armancên sereke ya civînê, guftûgokirina derbarê pêngavên dahatûyî ya şerê li dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê û nehêştina gefa DAIŞê li welatên Rojava û hevkarîkirina Herêma Kurdistanê û Iraqê di warê aborî û mirovî ne.