Li Minbicê gelek hêz şer dikin

Li gundewarê Helebê şerek di navbera gelek hêzan de heye, rêjîm û DAIŞê li derdora bajarokê Meskenê ji aliyekî ve û şervanên Encûmena Leşkerî ya Minbicê û çekdarên operasyona Mertala Ferêt bi piştevaniya Tirkiyê ji aliyekî din ve.
kurdistan24.net

 

K24 – Minbic
Li gundewarê Helebê şerek di navbera gelek hêzan de heye, rêjîm û DAIŞê li derdora bajarokê Meskenê ji aliyekî ve û şervanên Encûmena Leşkerî ya Minbicê û çekdarên operasyona Mertala Ferêt bi piştevaniya Tirkiyê ji aliyekî din ve.

li ser xala sînorî şerekî berdewam di navbera şervanên Encûmena Leşkerî ya Minbicê û çekdarên Mertala Ferêt de rû dide, li paş çemê Sacûr ber bi aliyê rojavayê Minbicê ve xêzeke agir heye. Tirkiyê dixwaze şervanên Minbicê ji herêmê derxîne, lê serkirdeyên Minbicê didin zanîn ku, mebesta Tirkiyê ew e, da ku derbasî operasyona Reqayê bibe.

Kesên sivîl ji tevahiya deverê koçber bûne û ji ber topbaranê hatine gundên derdora Minbicê.

Li hêleke din ev xala sînorî dergehekî bazirganiyê ye ji şervanên Minbicê re û piraniya keresteyên ku derbasî Rojavayê Kurdistanê dibin, di vî dergehî re ne. Mertala ferêt hewl dide pêş bikeve û deverê kontrol bike.