Rageşiya di nava Tirkiye-Ewropa û dahatûya têkîliyan

Asta rageşiya di navbera Tirkiye û Ewropayê de her diçe zêdetir dibe. Piştî daxuyanî û helwesta Merkel ya derbarê Tirkiyê de Erdogan jî bersiv da û got; Ewropa rûpûşkê bikar tîne, em ê li hember wan kesên ku rûpûşkê bikartînin muameleya rêbiran bikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Asta rageşiya di navbera Tirkiye û Ewropayê de her diçe zêdetir dibe. Piştî daxuyanî û helwesta Merkel ya derbarê Tirkiyê de Erdogan jî bersiv da û got; Ewropa rûpûşkê bikar tîne, em ê li hember wan kesên ku rûpûşkê bikartînin muameleya rêbiran bikin.  

Pîştî qeyrana Hollandayê têkîliyên Tirkiyê yên bi YE re jî her diçe ber bi xirabûnê ve diçe. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di serî de Almanya û hemû welatên Ewropayê şibande Nazîyan û gef li wan xwarin û got; sibê roj yek kesekî Ewropayî wê nikaribe bi rehetî derkeve derve, ger Ewropa vê rêya xetere veke wê zirareke mezin bibîne. Ewropa rûpûşkê bikar tîne, em ê li hember wan kesên ku rûpûşkê bikartînin muameleya rêbiran bikin.

Piştî ku Merkel bersiv da Erdogan, Komîsyona YE jî bang li Balyozê Tirkiyê kir û wateya gefên Erdogan pirsiyar kir û xwest bi awayekî fermî Tirkiye bersivekê bide. Pisporê têkîliyên Navneteweyî Celal Înal jî diyar kir ku Tirkiye di polîtîkaya derve de bi tena serê xwe maye. Di polîtîkaya derve de pêwîst şêwaz û zimanekî aştîxwaz bê bikaranîn. Tirkiye divê berê xwe ji Ewropayê nede alî.     

Pisporê Têkîliyên Navneteweyî Celal Înal li ser vê pirsê wiha ji K24ê axivî: “Daxuyaniyên tund ên Erdogan li dij Merkel û Ewropayê ji bo raya giştî ya navxweyî ye û ji bo konsolidekirin û bilindkirina dengê “Êrê” ye di referandûmê de. Serpêhatiya Tirkiyê ya Ewropayê serboriyeke bi qîmet e. Ev yek dişibe rêwîtiya li ser otobanê. Hûn bixwazin jî jê nikarin vegerin. Hem di warê aborî de hem jî siyasî de Tirkiyê berê xwe daye welatên Rojava û Ewropa yê. Merkel jî dibêje di demên pêş de ger hûn dixwazin bi me re bimeşin naxwe divê hûn hay ji zimanê xwe hebin.”

Piştî Avusturyayê, Belçîkayê jî daxwaz kir ku muzakereyên YE yên bi Tirkiyê re bêne rawestandin. Serokwezîrê Belçîkayê diyar kir ku Tirkiye şert û mercên xwe bicih neanîne lê 3 milyar dolaran dixwaze û gefan li Ewropayê dixwe. Ew daxuyaniyên Erdogan ne mimkûne ku bêne qebûl kirin. Pispor Dunya Başol jî diyar kir ku 5 salên gelekî bi zehmet li pêşiya Trikiyê ne.

Pisporê Têkîliyên Navneteweyî Dunya Başol dibêje: “Serboriya Tirkiyê ya bi Ewropayê re zû bi zû wê dawî lê neyê. Lê şikestineke mezin wê pêk bê. Piştî van daxuyaniyên tund wê demek dirêj jî têkîlî dirûst nebin. Lê hûn dizanin Serokomar mirovekî xwedî polîtîkayeke qayîşok e. Di nava salekê de têkîliyên wek “birayê min Putîn” veguhêzî xistina balefirê û digel daxuyaniyên gelekî tund. Bi şûnde jî dîsa veguherî ser esasê Rûsyaya dost û hevkar. Bi Ewropayê re dibe ku şikestineke bi şid ya bi vî rengî pêk neyê, lê 5 salên gelekî bi zehmet li pêşiya Tirkiyê ne.”

Bi boçûna çavdêr û pisporên têkîliyên navnetweyî Tirkiye divê xwe ji daxuyaniyên tund rizgar bike. Bi taybetî jî di polîtîkaya derve de. Ji ber ku gelek welatiyên Tirk hene li welatên Ewropayê. Dema li dahatuya wan welatiyên Tirk yên li Ewropayê neyê fikirîn hingî wê kêşe hê mezintir bibin. Li gorî pisporan di têkîliyên navneteweyî de berjewendiyên asil ên neteweyî ne. Loma jî divê Tirkiye liv ê yekê bifikire.