Li Dêrikê endamekî ENKSê hate binçavkirin

Asayişa Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê endamekî Xwecihiya Dêrikê ya Encûmena Niştinamî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) biçav dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Asayişa Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê endamekî Xwecihiya Dêrikê ya Encûmena Niştinamî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) biçav dike.

Şeva bûrî endamê Xwecihiya Dêrikê ya ENKSê Fûad Îbrahîm di navbera gundê Mameşûr û Şekir Xacê de hate girtin, û bi gotina endamên ENKSê Fûad Îbrahîm ji aliyê asayşa bajarê Dêrikê ve hatiye girtin, û nzanin ka ber bi ku ve birine.

Fûad Îbrahîm Nûnerê Xortan e di nava ENKSê de û berî niha jî ji aliyê asayşa bajarê Dêrikê ve hatibû girtin.

Ji roja 3 Adarê ve, bi dehan alîgir, endam û serkirdeyên ENKSê têne binçavkirin.