YPGê nasnameya 7 şehîdên xwe şakere dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) nasnameya 7 şervanên xwe aşkere dike ku di şerê vê dawiyê de li Reqayê şehîd bûne.
Navenda Ragihandinê ya YPGê nasnameya 7 şervanên xwe askere kir, ku di 18 û 21 û 22 û 23 vê mehê de di operasyona Hêrsa Ferêt ya kontrolkirina Reqayê de şehîd bûne.
YPGê hêza sereke ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ye, ji 5 Mijdara 2016an ve dest bi operasyona kontrolkirina derdora Reqayê kiriye.
Fermandarê Giştî yê YPGê Sîpan Hemo jî roja 18 Adarê ragihand ku, dê di destpêka meha Nîsana bê de û bi beşdariya YPGê dest bi operasyona bajarê Reqayê bikin.