Beşek ji PDK-Bakur kongreya 12. lidar xistin

Partiya Demokratîk a Kurdistan Bakur (PDK-Bakur) 12. Kongreya xwe li Diyarbekirê li dar dixe. Di kongreya ku rêvebiriya berê ya partiyê amade nebû, hat aşkerekirin ku biryara kongreyê ji aliyê Grûba Bangewaziya Kongreyê ve hatiye lidarxistin
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Partiya Demokratîk a Kurdistan Bakur (PDK-Bakur) 12. Kongreya xwe li Diyarbekirê li dar dixe. Di kongreya ku rêvebiriya berê ya partiyê amade nebû, hat aşkerekirin ku biryara kongreyê ji aliyê Grûba Bangewaziya Kongreyê ve hatiye lidarxistin û mebest jî ew e ku PDK-Bakur li Bakurê Kurdistanê wekî partî dest bi xebatên meydanî yên siyasî bike. Rêvebiriya Kongreya 11. jî dibêjin; ev kongre bi biryara meclîsa rêvebir nehatiye civandin û lidarxistina wê kongreyê ne rewa ye.

Partiya Demokrat a Kurdistana Bakur, hewil û xebat dide ku wekî partî dest bi xebatên siyasî bike. Lê dubendiyên nav partiyê jî berdewam in. Beşek ji endam û rêvebirên PDK-Bakur di 25’ê Adarê de ragihandin ku ew kongreya 12. a partiyê li dar dixin. Lê Serokê Giştî yê PDK Bakur Sertaç Bûcak û zêdetirên endamên Meclîsa Rêvebir ên partiyê, wê kongreyê wekî kongreya korsan pênase dikin û radigihînin ku kongreya 11. di Tîrmeha 2016’an hatiye kirin û ger kêmasî û xeletî hebin jî 2 sal ji bo guhertina rêvebiriyê wekî hiqûqî hatiye diyar kirin.

Endamê Grûba Bangawaz a Kongreyê Seîd Çîçek, anî zimên ku di kongreya 11. de biryar bûye ku di nav 6 mehan de PDK-Bakûr wekî partî bê damezirandin, lê pêk nehatiye loma jî wan biryara kongreyê daye. Çîçek ragihand ku ew dixwazin bi awayekî lezgîn li Bakûrê Kurdistanê xebatên PDK-Bakûr bidin destpêkirin.

Endamê Grûba Bangawaz a Kongreyê Seîd Çîçek ji K24ê re wiha axivî: “ji ber wê biryara ku di kongreya 11. de hatibû dayîn, ew erk û wezîfeya kongreyê danîbû, bi cih neanîn, partiya me mecbûr ma ku li xwe xwedî derkeve. Yanî sebeb e divê partî sedemên mevcûdiyeta xwe dewam bike. Heger me nekira, dihat wê wateyê ku em jî biryara kongeyê binpê dikin. ”

Di kongreyê de ligel endam û rêvebirên PDK-Bakûr, ji partiyên Rojavayê Kurdistanê û nûnerên sazî û partiyên Kurd ên li Bakûrê Kurdistanê jî beşdar bûn.

Endamê Meclîsa Rêvebir a PDK-Bakûr Mihemed Konûk jî bo Kurdistan24 ragihand ku yên kongre li dar dixin, nûnertiya PDK-Bakûr nakin û ew kongre korsan e. Mihemed Konûk da zanîn jî ji ber ew bi grûb û partiyên din ên PDK’ê re hewila bûyîna yek partîbûnê didin da ku bihêztir û çalaktir bibin, wan biryarên kongreyê di wextê de bi cih neaniye û kêmasiyên wan hene, lê ew kêmasî rewabûyîna rêvebiriyê ji holê ranake.

Mihemed Konûk dibêje: “Tu meşrûyeta wan tuneye, 13 endamên Meclîsa Rêvebir hene û Serokê Giştî yê Partiyê heye. Em hemû îro li ser partiya xwe ne û kar û barên xwe dewam dikin. Li gorî zagona partiyê jî 2 mercî hene ku dikarin biryara civîna kongreyê bidin. Yek serokê giştî ye, ya din jî ji nîvê yek kes zêdetir biryara Meclîsa rêvebir e. Wekî din biryarên kongreyê ne rewa ne.”

Beşa ku kongreya PDK-Bakûr bi rê ve dibe, ragihandin ku kongre dê 2 roj berdewam bike û ji wê kongreyê jî ya serokekî, yan jî meclîseke rêvebir bê hilbijartin. Ji aliye din de rêvebiriya heyî dibêje; ew kongre ne yasayî ye û encamên wê jî ne yên PDK-Bakûr in.