Li Dêrsimê şer deket
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Dêrsimê di navbera hêzên ewlekariya Tirkiyê û gerîlayên PKK de şer derket. Li gor agahiyên destpêkê leşkerekî Artêşa Tirk birîndar bû.
Artêşa Tirk, li geliyê Pilemoriyê dest bi operasyonê kir. Hat ragehandin, di dema operasyonê de pevçûn derket û di gulebarana destpêkê de leşkerekî Artêşa Tirk birîndar bû.
Li gor agahiyan, operasyon li herêmê bi piştevaniya firoke û helîkopteran berdewam dike û carnan pevçûn rû didin.