Li Rihayê pîşeyên dîrokî yên kelepûrî

Raçandina xalîçeyan û makîneyên cildirûnê yên ku bi destan dihatin xebitandin berê di jiyana rojane de cihek taybet digirtin, lê belê niha her du pîşe jî tûşî nemanê ne û hosteyên dawîn van pîşeyan li ser piya dihêlin.
kurdistan24.net

 

K24 – Riha

Raçandina xalîçeyan û makîneyên cildirûnê yên ku bi destan dihatin xebitandin berê di jiyana rojane de cihek taybet digirtin, lê belê niha her du pîşe jî tûşî nemanê ne û hosteyên dawîn van pîşeyan li ser piya dihêlin.

Li Kurdistanê berê di nava cihêzê her bûkekê de makîna cildirûnê û xalîçeyên bi destan hatibûn raçandin hebûn û bêyî van amûran cihêzê bûkê kêmas dihate hesibandin. Ew xalîçeyên ku li deverên gundewarî hilberîna wan dihatin kirin niha ji ber zêdebûna xalîçeyên ku di febrîqayen de tên çêkirin zêde eleqeyê nabînin. Tevnkerê bi navê Saît Kaçin yê 32 salî, tevî jiyana bajarsazî û pêşveçûna teknolojiyê li taxa Şehît Îbrahîm Rafet ya ser bi Siwerega Rihayê ev 12 sal in bi destê xwe xalîçeyan diraçîne û firotina wan dike. Ew van xalîçeyan ji bo welatên wek Almanya, Azerbaycan û Erebîstanê jî dişîne.

Tevnkerê Xalîçeyan Saît Kaçin ji K24ê re got: "Karê raçandina xalîçeyan qediya ye êdî. Li seranserê Tirkiyê 5-6 kesek mane yên ku vî karî dikin. Divê dewlet di vî warî de bibe alîkar ji ber ku pîşe diqede. Em naxwazin karê me biqede. Pîrekên herêmê jî tên dikirin ew jî naxwazin ku ev pîşe tûşî nemanê bibe."

Ligel xalîçeyên keleporî makîneyên destan yên ku bi taybetî ji bo dirûna cil û bergan dihatin bikaranîn êdî eleqeyê nabîne. Lê dîsa jî bi tevî zêdebûna ew kincên febrîqeyî hin kes hindik be jî bikaranîn û temîra wan makîneyan dikin.

Welatî Abdulqadîr Surek jî dibêje: "Em her tim tên li vir makîneya xwe tamîr dikin. Em hêj li mala xwe bikartînin li gund timî tim kêrî karê me tê."

Hostayê Makîneyên cildirûnê Abdulrehman Kurt:"Ev 17 sal e ez vî karî dikim, ez li cem bavê xwe hînbûme. Berê li hêla me ew makîne pir bûn. Her çiqas mîna berê nebe jî di malan de pê dirûna cilan dikin. Mîna berê nebe jî dîsa kinc û mincên xwe yên dibişkivin û diçirin di malan de didirûn."

Hosteyên pîşeyên dîrokî ev bi salan in hewl didin ku ev pîşe neyên jibîrkirin. Herwiha Hostê bibîr dixin ku ew hostayên vê gavê jî jixwe yên dawîn in û jiber ku êdî kes naxwaze bi van karan re mijûl bibe berê xwe didin tiştên hazir.