Xûşkeke Ocalan koça dawî kir

Xûşka rêberê girtî yê Partiya Kerkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan koça dawî kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Xûşka rêberê girtî yê Partiya Kerkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan koça dawî kir.

Şeva borî li bajarokê Xelfetî yê Rihayê, yek ji xûşkên Ocalan bi navê Eynê Yildirim ji ber kirîza dil canê xwe ji dest da.

Termê xûşka Ocalan dê îro li goristana gundê Amara were veşartin.

Ji 3 saln ve ev duyem xûşka Abdulah Ocalan koça dawî dike, di 6 Îlona 2014an xûşka mezin ya Ocalan Hawa kêser li nexweşxaneyeke parêzgeha Edenê di temên 75 salî de koça dawî kir.