Medyaya Brîtanî amaje bi comerdiya Kurdekî li Londonê dikin

Di roja êrîşa li ser Parlementoya Brîtanyayê li Londonê, welatiyekî Kurd ê Bakurê Kurdistanê ku xwediyê xwaringeheke kebabê Kurdî ye, amade nebû ku xwaringeha xwe bigire, wek piştevaniyekê bo hêza ewlehiyê û tîma hawarçûnê. Herwiha deriyê xwaringeha xwe vekir û xwarin bê pere pêşkêşî 300 kes kir, ev jî bû cihê balkêşiya medyaya Brîtanî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Roja 22 Adarê kesekî li ser pireya West Minsterê ya li nava Londonê û li nêzîkî Demjimêra Pîg Ben û parlementoyê bi otombîlê êrîşî ser xelkê kir û piştre bi kêrê êrîşî ser polîs kir û kuşt. di êrîşekê de 4 kes hatin kuştin û nêzîkî 20 kesên din jî birîndar bûbûn.

Ew êrîş ku hikûmeta Brîtanyayê bi teroristî binav kir, ne bû sedema ku Îbrahîm Doguş xwediyê xwaringeha kebab Kurdî ku xwaringeha xwe bigire. Tevî ku polîsan jê daxwaz kirk u xwaringeha xwe bigire.

Li hemberê daxwaza polîsan bo girtina xwaringeh, Îbrahîn Doguş daxwaz ji polîs û tîmên hawarhatinê kir, ku bê pere xwarinê bixwin.

Ev helwesta wî Kurdî bû cihê balkêşiya medyaya Brîtanyayê û kenalê ragihandinê bi pesn behsa wî kirin.

Îbrahîm Doguş ji rojnameyekê re got: “Dema min ê xwaringeha bigirta, qerebalix çê bû, min ji polîsekî re got, li cihê ez xwaringeha xwe bigirim, dibe ku pêwîstiya we pê hebe, bo nanxwarin û bihnvedanê. Ev jî erkê min e li hember hevşarên min li Londonê.”

Herwiha Îbrahîm Doguş got jî: “Min karî pere li hember xwarinê werbigirta, lê di rojeke wek vê de, ez pereyan wernagirim.”

Îbrahîm Doguş xwediyê çend xwaringehan e li Londonê û damêzrênerê xelateke salane bi navl “Xelata Kebaba Brîtanî” ye.