HSD derbasî nava firokxaneya Tebqa ya Leşkerî dibe
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 60 ji sedî ji firokxaneya Tebqa ya Leşkerî li nêzîkî Reqayê kontrol kirin.
Berdevkê HSDê Telal Silo ji K24ê re ragihand ku, hêzên wan derbasî nava firokxaneya Tebqa ya Leşkerî li nêzîkî Reqayê bûn û karîn 60 ji sedî ji wê firokxaneyê kontrol bikin.
Silo amaje bi wê yekê kir jî, niha şer û pevçûn di nava firokxaneyê de berdewam in.
Tê zanîn ku, hêzên Amerîka roja 22 Adarê operasyoneke daxistina leşkeran ji esman ve li bajarokê Tebqa ya Reqayê kirin.
Herwiha îro HSDê kontrolkirina mezintirîn gund li rojhilatê Reqayê (Gundê El-Keramê) yê ku 18 k.m ji bajarê Reqayê ve nêzîk e, ragihand.