Bêhtir ji 500 welatiyên Efrînê ji aliyê hêzên Şîe ve girtî ne

Bêhtir ji 500 welatiyên Efrînê li herdu gundên (Nibul, Zehra) yên Şî'î ji duh ve girtî ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bêhtir ji 500 welatiyên Efrînê li herdu gundên (Nibul, Zehra) yên Şî'î ji duh ve girtî ne.

Rojnamevan Mihemed Bilo ji Efrînê ve ji K24ê re ragihand, ji duh ve dora 100 otobusên Efrînê (Yên ji Efrînê diçûn Helebê û yên ji Helebê dihatin Efrînê) ji aliyê hêzên çekdar yên li herdu gundên Şî'î Nibul û Zehrayê ve hatine girtin.

Bilo got jî, hêzên li Nibul û Zehrayê bi şevê re jin û zarokên Kurd, herwiha mêrên ji pêkhateya Erebî berdan û niha dora 500 mêrên Kurd li cem wan girtî ne.

Li gor zanyariyên Bilo, bazirganekî ji Nibulê li Efrînê ji aliyê Asayişa Efrînê hatiye girtin, loma hêzên li Nibul û Zehrayê xelkên sivîl yên Efrînê girtine û merca berdana wan sivîlan bi berdana wî bazirganî ve girêdane.

Herdu gundên Nibul û Zehra gundên Şî'î ne û 40 k.m dikevin li başûrê Efrînê li ser riya Efrîn – Helebê. Herdu gund ji destpêka krîza Sûriyê ve ji aliyê hêzên Îranî û Hizbulaha Libnanî ve tên parastin.

Herwiha ji destpêka krîza Efrînê ve jî ji aliyê çekdarên opozîsyona Sûriyê ve ji aliyan ve dorpêçkirî bûn û tenê riya wan bo Efrînê hebû, ku hemû keseteyên xwarin û jiyanê ji Efrînê diçû ji wan re.