Şanda Kurdî li Cenêvê daxwaza çi dike?

Di gera 5emîn a Cenêvê de, şanda Kurdî di danûstandinan de nameyek ji Emîndariya Giştî ya ENKSê re şand û tê de diyar dike ku hin daxwazên Kurdî di belgeyên guftûgoyan de hatine serrastkirin. Lê hin endamên opozosyonê tekez dikin ku ta niha ti daxwazên Kurdî ji aliyê şanda ENKSê ve pêşkêşî Desteya Bilind a Danûstandinan nebûne.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Ebdulsemed li ser vê pirsê ji K24ê re axivî û got: “Gelek têbîniyên me li ser çarçoveya cîbicîkar hene û ew cihê pirsgirêkan jî di navbera me û Desteya Bilind de. Li gorî van pirsgirêkan tê xuyanîkirin ku gelek gerên din ji Cenêvê wê hebin ta vîneke navdewletî çê bibe ku çareseriyeke guncaw bibîne.”

Hin çavdêrên siyasî dibînin ku şanda Kurdî di danûstandinên Cenêvê de dê nikaribin ti serkeftinan bidest bixin, bi behaneya ku helwestên opozîsyonê derbarê çareserkirina doza Kurdî li Sûriyê de wekî heman helwesta rêjîmê ye.

Çalakvana siyasî Ezîza Ferho ji K24ê re got: “Kurd di Cenêvê de wê nikaribin ti mafan qizinc bikin ji bilî hin mafên siyasî, civakî û çandî.
Ji ber wilo jî şanda Kurdî li Cenêvê du rê li pêş wan hene. Berdewamiya di Cenêvê de û li ser van mafan, yan jî xwe ji Cenêvê vekişînin. Heger ji destpêkê de ev mafê gelê Kurd li Sûriyê ne, di baweriya min de, bêyî ku ewqas kuştin û penaberî çê bûba, rêjîma Sûriyê dê ew armanc pêk anîba.”

Gera Cenêvê ya 5emîn ku ta 1 Nîsanê dê berdewam bike, pêşbîn e 4 xalên sereke bêne giftûgo kirin wek, sîstema desthiladariya Sûriyê di paşerojê de, guhertinên destûrê, pêkanîna hilbijartinan di bin sîwana Netewên Yekbûyî de û şerê terorê.

Berûvajî van helwestan û di asta daxwazên Kurdî de, yek ji endamên şanda Kurdî di Desteya Navbûrî de tekez dike ku nabe opozîsyona Sûriyê ti qazancan bike bêyî ku doza gelê Kurd li Sûriyê bête çareserkirin.