Li Rihayê Çêkirin û firotia tizbiyan

Tizbî ligel pêkanîna erka olî di jiyana rojane de ji bo sebrê, wek hobî û gelek deveran jî ji bo xwe parastina nezerê jî tê bikaranîn. Ew tizbiyên ku bi gelek awayên cuda tên bikaranîn heta tên ber destê welatiyan di merhaleyeke zehmet de derbas dibin.
kurdistan24.net

 

K24 – Riha

Tizbî ligel pêkanîna erka olî di jiyana rojane de ji bo sebrê, wek hobî û gelek deveran jî ji bo xwe parastina nezerê jî tê bikaranîn. Ew tizbiyên ku bi gelek awayên cuda tên bikaranîn heta tên ber destê welatiyan di merhaleyeke zehmet de derbas dibin.

Tizbiyên ku îro bi teybetî pê zikir tên kişandin berê ew kesên ku diçûn nêçîrê ji bo ku nesîbê wan zêde bike û herwiha di şerên mezin de li hemberî dijmin ji bo ku wan biparêze dihate bikaranîn. Tîzbî yekem car di baweriya Budîzm û Hîndûzm de hatiye bikaranîn. Îro jî tizbî di destê her kesî de ye.  Li bajarê Rihaya Kurdistanê jî welatiyê bi navê Mehmet Kurt ev bi salan e bi kevirên cur be cur tizbiyan çêdike û piştî merhaleyên dûvdirêj tizbiyên cihêreng raberî tizbîhezan dike.

Honasê Tizbiyan Mehmet Kurt ji K24ê re dibêje: “Meteryalên tizbiyan ji bo me ji derve tên. Em wan meteryalan bi xîzarê çargoşe parçe parçe dikin û kun dikin. Makineyên wê hene em pê wan makineyan çêdikin. Tu bi destan çêkî rojane 5 -6 heban çêdikî lê bi makineyan rojê 40 -50 hep têne çêkirin. Ji ber vê yekê êdî bi destan nayên çêkirin.”

Tizbî,  li gorî kevirê ku pê tê çêkirin bihabûna wê diguhere. Herî zêde ji bo çêkirina tizbiyan kevirên kehrîbar, heqîqe, oltu û niqutokî tên bikaranîn û kevir çiqas kevin be tizbî ewqas biha dibe.

Firoşkarê Tizbiyan Cevher Akbulut dibêje: “Tizbiyê zar, kehribar, reşandî û tizbiyên Osmanî rind in. Ji 100 lireyî heta milyarek û nîvê tizbî hene, heta 10 milyaran jî hene. Telep rinde lê belê piyasê de malê pîs derketiye erzan difiroşin ew jî li ser me bandorê dike.”

Welatî Celal Çetîn jî got: “Tizbî ez ji xwe re mêze dekim, rindin, yanî tizbî mirov ji xwe re dikşîne sebra mirov pê tê. Li welatê me meraqliyên tizbiyan pir in pir kes tizbiyan dikşînin.”

Hosteyên tizbiyan ji dewletê daxwaz dikin ku kargehên modern ji bo çêkirina tizbiyan bên avakirin. Firoşkar jî ji ber tizbiyên sexte û erzan bêzar in. Tevî vê yekê jî ne xema tizbîhezan e derdê çêker û firoşkar; ew dîsa tizbiyên xwe ji destê xwe bernadin.