HSD operasyonên xwe li bendava Ferêt radiwestîne

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nûçeya DAIŞê ya derbarê herifandina bendava Ferêt li Tebqayê red dike û operasyonê xwe bo demekê radiwestîne, da ku tîmeke pispor derbasî nava nava bendavê bibe û agahdarî rewşa bendavê bibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nûçeya DAIŞê ya derbarê herifandina bendava Ferêt li Tebqayê red dike û operasyonê xwe bo demekê radiwestîne, da ku tîmeke pispor derbasî nava nava bendavê bibe û agahdarî rewşa bendavê bibe.

DAIŞ ji çend rojan ve nûçeyekê belav dike, ku bendava Ferêt û ji ber lêdan û êrîşên Hevpeymaniya Navdewletî û bilindbûna astê avê di gola wê de, di bin metirsiya herifandinê de ye.

Berdevkê HSDê Telal Silo li ser vê nûçeyê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, nûçeya ku DAIŞê belav kiriye, ya derbarê herifandina bendava Ferêt di demeke nêzîk de, dûrî rastiyê ne.

Silo da zanîn, hêzên wan yên li bendava Ferêt şerê DAIŞê dikin, li wê deverê ji bo parastina bendavê ye.

Silo got ku, Hevpeymaniya Navdewletî êrîşên asmanî li deverê bendavê nekiriye, ji ber wê yekê jî wan û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ve, operasyona daketina asmanî li bajarê Tebqayê pêk anîne.

Ji aliyê xwe ve, Hevpeymaniya Navdewletî jî di daxuyaniyekê de ragihand, ew çek û teqemeniyên bihêz li nêzîkî bendava Ferêt bikar nayînin. Herwiha diyar kir jî, di demên nêzîk de bendav ne di bin metirsiya herifandinê de ye.

Hevpeymaniya Navdewletî amaje bi wê yekê jî kir, heger DAIŞê êrîşî bendavê neke, bendav di demên nêzîk de naherife.

Îro jî HSDê ragihand, ku wan operasyonên xwe yên li nêzîkî bendava Ferêt ji demjimêr 13:00 û heta 17:00 rawestandin, da ku tîmên pispor agahiyan derbarê rewşa bendavê de werbigirin.

Herifandina bendavê ziyanê digihîne 52 hezar û 680 K.M çargoşe ji rûberê  Sûriyê, herwiha 3 miliyon Sûrî di wê rûberê de dijîn.