Baydemîr: Biryara girtina hevserokê me qebûl nakin

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemîr li ber Dadgeha Bilind ya Enqerê ji K24ê re ragihand, ew biryara girtina Hevserokên HDPê Selahetîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag qebûl nakin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemîr li ber Dadgeha Bilind ya Enqerê ji K24ê re ragihand, ew biryara girtina Hevserokên HDPê Selahetîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag qebûl nakin.

Baydemîr got: “Selahattîn Demirtaş dema di zindanê de ye bi du gotinan em dikarin bibêjin ku ev dijminatiya Kurdan e, û dijminatiya demokrasiyê ye. Binpêkirina mafê 6 milyon gelî bixwe ye. Parlamenterên me ji ber dîtinên xwe girtîne. Dema siyasetmedar neaxive wê çi bike? Mirov wê çawa siyasetê bike?”

Baydemîr amaje bi wê yekê kir, Azadiya raman li vê erdnîgariyê tê binpêkirin. Dadgeha Bilind xwedî Îçtehadekê ye. Di mînaka Balbay û Can Dûndar de derket hole ku parlamenterek were darizandin dive neyê tewqîfkirin.

Berdevkê HDP got jî: “Lê mixabin 143 roj in dadgeh li vê biryara xwe xwedî derneketiye. Ev tê wê maneyê ku erkek heye û nahêlê dadgeh biryarê bistîne. Banga me li dadgehê ye ku rojek berê ji rojan binpêkişrina adaletê ji hole bê rakirin.”

Herwiha Baydemîr got: “Em wek HDP û gelê Kurd û Kurdistanê biryara zindankirina hevserokên xwe qebûl nakin û heta bi me re û gelê xwe re himbêz bikin em ê xebata xwe bidin meşandin.”

Hevserokê HDPê Selahetîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag di 4ê Mijdara 2016an digel 11 parlementerên HDPê hatibûn girtin û niha Demîrtaş di girtîgeha Edîrneyê de dimîne.

Demîrtaş heta niha beşdarî 32 rûniştinên dadgehan bûye. Heta roja referandûmê jî dê beşdarî 11 rûniştinên din bibe.

Niha Hevserokê HSDê Selahetîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ligel 13 parlamenterên din yên HDPê girtî ne.