Li Bakur 16 Şaxên Mazlûm Derê hatin girtin

Komeleya Mafên Mirovan û Hevkariya Ji Bo Mazlûman, Mazlûm Der ku 26 sal in li gorî mercên ola Îslamê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xebatan dimeşîne, di 19’ê Adara 2017’an de Kongreya Awarte li dar xist û li gorî biryara kongreyê, Diyarbekir jî di nav de; 16 şaxên Mazlûm Derê hatin girtin. Li ser nerazîbûna girtina şaxên Mazlûm Derê, gelek sazî û rêxistinên sivîl piştgiriya Rêveberiya Şaxa Diyarbekirê kir. Rêveberiyê girtina şaxan wekî “Derbeyeke Sivîl” bi nav kir.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Komeleya Mafên Mirovan û Hevkariya Ji Bo Mazlûman, Mazlûm Der a ku di sala 1991’ê de li Tirkiyeyê hatiye damezirandin, bi rêya Kongreya Awarte guherînan pêk anî. Li gorî biryara ku di kongreye de hat dayîn; 16 şaxên komeleyê yên Bakur hatin girtin. Li ser vê biryarê, Komeleya Mazûm Derê ya Şaxa Diyarbekirê daxuyaniyeke nerazîbûnê da. Endamê Lijneya Rêveber a Mazlûmderê ya Şaxa Diyarbekirê Reha Rûhavîoglu li ser girtina şaxan diyar kir ku kedkarên 26 salan û bi hezaran endamên Mazlûm Derê hatine îxrackirin.

Endamê Lijneya Rêveber a Şaxa Mazlûm Derê ya Diyarbekirê Reha Rûhavîoglu ji K24ê ew jî wiha axivî: “Em, ji têkoşîna parastina mafên mirovan venakişin. Jixwe ev, tasfiyekirin e û em dizanin bi çi awayî bûye. Em vê yekê şermezar dikin û em li pêşiya xwe dinihêrin. Saziyên Diyarbekirê yên herî bilind, yên herî girîng piştgiriya me dikin, em bi vê yekê jî kêfxweş in.”

Digel Şaxa Diyarbekirê; li Batman, Riha, Wan, Dîlok, Bûrsa û Antakyayê şaxên Mazlûm Derê hatin girtin û navenda komeleyê ji Enqereyê ji bo Stenbolê hat veguhestin. Yek ji saziyên ku piştgiriya şaxa Diyarbekirê ya Mazlûm Derê kir, Baroya Diyarbekirê bû. Serokê Baroya Diyarbekirê Ahmet Ozmen ragihand ku biryara rêveberên şaxa Diyarbekirê çi be, ew ê wekî parêzerên Baroya Diyarbekirê li pişt wê biryarê bin.

Serokê Baroya Diyarbekirê Ahmet Ozmen ji K24ê re got: “Nasnameya Mazlûm Derê tê guhertin. Nasnameyeke nû jê re tê çêkirin. Neyeteke wiha hebû; mixabin çend roj berê di wê kongreye de ev neyet derket holê û xwediyên wê neyetê bi ser ketin.”

Ji şaxên hatin girtin, rêveberiya şaxa Diyarbekirê da zanîn ku ew di bin banê Mazlûm Derê de bi rêveberiya nû re nikaribin bixebitin. Rêveberiyê diyar kir ku bi piştgiriya sazî û rêxistinên Diyarbekirê, ew ê danûstendinên ji bo rêyeke nû bikin.