NY: 40 hezar kes ji Hemayê koçber bûne
K24 – Navenda Nûçeyan
Netewên Yekgirtî radigihîne, ji hefteyekê ve nêzîka 40 hezar sivîl ji bajarê Hemayê ji ber şer û pevçûnan koçber bûne.
Ji hefteyekê ve şer û pevçûn li parêzgeha Hemayê di navbera rêjîm û çekdarên opozîsyonê ve berdewam in û bi taybet li bajarêkên Letamne û Hilfayayê ve.
Netewên Yekgirtî îro ragihand, ji hefteyekê ve nêzîka 40 hezar sivîl ji bajarê Hemayê ve berve parêzgehên Hums, Laziqiye û Tertûsê ve koçber bûne.
Ji aliyê xwe ve, çedarên opozîsyonê ragihandin, di heyama du rojên borî de 150 kes ji rêjîma Sûriyê û Hizbulaha Libnanî di şerê Hemayê de hatine kuştin.
Ji hefteyekê ve, grûpên çekdar êrîşên tund li gundên Hemayê encam dane, ku ta niha bêtir ji 14 gund û bajarokan parêzgeha Hemayê kontrol kirine