Li Bakur di salekê de 5 milyon kesî bajarê xwe bicih hêştine

Li Tirkiyê di nava salekê de 5 milyon kesan bajarê xwe bicih hêştine û herî zêde li bajarên Kurdistanê welatiyan berê xwe dane bajarekî din. Rêveberên komeleyên mafê mirovan û civaknas sedemên vê yekê û kêşeyên ku welatî rû bi rû dimînin nirxandin.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Li Tirkiyê di nava salekê de 5 milyon kesan bajarê xwe bicih hêştine û herî zêde li bajarên Kurdistanê welatiyan berê xwe dane bajarekî din. Rêveberên komeleyên mafê mirovan û civaknas sedemên vê yekê û kêşeyên ku welatî rû bi rû dimînin nirxandin.

Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyê di dawiya sala 2016an de 5 milyon 238 hezar û 806 kesan bajarê xwe bicih hêştine û çûne bajarekî din. Di serî de bajarên wek; Colemêrg, Şirnex, Agirî, Mêrdîn û Diyarbekirê, 18 bajarên Kurdistanê bi giştî ji 36 bajaran welatî koçî bajarekî din kirine.

Li gorî Hevserokê Komeleya Mafê Mirovan Ozturk Turkdogan, li Kurdistanê koçberiyê ligel nebûna kar û girtina deriyên sînoran herî zêde ji ber şer û pevçûnan rû daye.

Turkdogan  ji K24ê re wiha axivî: “Dema ku em berê xwe didin bajarên Kurdistanê koçberiyeke neçarî û mecbûrî heye. Li Bajarên Kurdistanê mal û avahiyên 500 hezar kesî hilweşiyaye. Ligel vê yekê tax û kargehên wan jî bi temamî hatin hilweşandin û wan ji neçariyê koçî bajarekî din kiriye. Di serî de mafê wan welatiyan yê jiyanê hatiye binpêkirin û ew ji hemû mafên xwe yên gerdûnî yên mirovahiyê bêpar hatine hiştin.”

Ligel vê yekê li gorî raportê ew kesên ku ji neçarî bajarê xwe terikandin e û ew bajarê ku lê bi cih dibin, di jiyana rojane de li rastî arîşeyan tên. Hem di peydakirina pêdiviyên xwe yên jiyana rojane de zehmetiyê dikişinin û hem jî di warê derûnî de bi kêşeyên civakî re rû bi rû dimînin.

Civaknas Alî Zafer Sagiroglu jî li ser vê koçberiyê dibêje: “Ew kesên ku ji bajarê xwe koç dikin ne tenê bajarên xwe; jiyana xwe, çanda xwe, dev ji cîran û nasên xwe jî ber didin û diçin devereke biyanî. Berî her tiştî ev yek jiyana wan ya cîvakî tevlîhev dike, heta rê li ber xwekuştinê jî vedike. Ger hûn demek dirêj zimanê xwe, kelepora xwe di jiyana xwe ya rojane de nejîn dê derûniya we jî têk biçe.”

Rêveberê komeleya mafê mirovan û civaknas amaje pê dikin ku di serî de li bajarên Kurdistanê ne tenê di warê aborî de di hemû warên jiyanê de ger ku ji nû ve sazkirinek pêk neyê dê koçberî û kêşeyên civakî hîn zêdetir bibin.