Tirkiye ji biryara Encûmena Parêzgeha Kerkûkê nîgeran e

Wezîrê Derva yê Tirkiyê li hemberî birayara Encûmena Parêzgeriya Kerkûkê ya bilindkirina Ala Kurdistanê li ser dam û dezgehên hikûmî yên Kerkûkê de nerazîbûn nîşan da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derva yê Tirkiyê li hemberî birayara Encûmena Parêzgeriya Kerkûkê ya bilindkirina Ala Kurdistanê li ser dam û dezgehên hikûmî yên Kerkûkê de nerazîbûn nîşan da.

Wezîrê Derva yê Tirkiyê Mewlûd Çavuşoglu got, ew dengdayîna li Parêzgeriya Kerkûkê ya li ser bilindkirina Ala Kurdistanê rast nabînin. Guhertina pêkhateyên netewî ya Kerkûkê ne tişteke rast e.

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê duh 28 Adarê li ser daxwaza Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm civiya û biryara bilindkirina Ala Kurdistanê li pesend kir û ligel ala Iraqê li ser tevahiya avahiyên dam û dezgehên hikûmî hate bilindkirin.

Endamên Tirkmen û Ereb di Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de civîn baykot kirin û di yekem karvedan de li hember bilindkirina Ala Kurdistanê li bajarê Kerkûkê de, Berdevkê Hikûmeta Iraqê Seid Hedîsî ji K24ê re ragihand, biryara takalî li Kerkûkê û bilindkirina Ala Kurdistanê li dijî Destûra Federalî ye û biryara bilindkirina Ala Kurdistanê ne ji desthilata Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ye.

Herwiha Serokomarê berê yê Tirkiyê Abdullah Gul jî li ser hejmara xwe ya ya “Tiwîtirê” ragihand ku, biryara Encûmena Parêzgeriya Kerkûkê li dijî yasaya bingehîn a Iraqê ye û  bikaranîna Ala Kurdistanê digel ala Iraqê, dê gefê li ser yekgirtiya Kerkûkê çê bike.

Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi wekalet Rêbwar Talebanî bilindkirina Ala Kurdistanê li dam û dezgehên hikûmî yên Kerkûkê bi pirseke destûrî dizane û pêdagirî li ser wê yekê dike ku ji mafê wan e ala xwe li bajarê Kerkûkê bilind bikin.

Du endamên Fraksyona Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê jî di daxuyaniyeke hevbeş de daxwaza dikin, bo piştevaniya biryara Encûmena Kerkûkê û vegirina girêkên pirsgirêk û kêşeyên yasayî û siyasî yên Herêma kurdistanê, civîna Parlementoya Kurdistanê li Kerkûkê bê kirin.