Ebadî pesna rola Pêşmerge dide
K24 – Navenda Nûçeyan
Civîna Erebî ya 28emîn îro li Emmanê paytexta Urdinê dest pê kir. Serok wezîrê Iraqê jî di gotara xwe de pesna rola Pêşmerge û Heşda Şeibî kir.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di civîna Erebî de gotarek pêşkêş kir û tê de pesna rola Pêşmerge û Heşda Şeibî di şerê li dijî DAIŞê de da.
Ebadî got jî, tevahiya pêkhateyên Iraqê ribrûbûyî terorê dikin û amaje bi wê kir ku serweriya xaka Iraqê bo wan xêza sor e û nabe ti kes jê nêzîk bibe.
Serok, mîr û şahên welatên Ereb di civîna 28.mîn a Erebî de, pirsên Şerê li dijî DAIŞê û şerê navxweyî yê Sûriyê, destêwerdana Îranê di nava karûbarên welatên Erebî de û pirsa Filestînê mijarên herî serekî yên civînê ne.
Herçend civîn bi navê kesê yekem ê welatên Ereb e jî, lê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di ciha Serokomarê Iraqê Fûad Masûm de beşdarî civînê bûye.