Operasyona Mertala Ferêt bidawî hat

Operasyona leşkerî ya hêzên Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê di navbera Efrîn û Kobanê de “Mertala Ferêt” bidawî bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Operasyona leşkerî ya hêzên Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê di navbera Efrîn û Kobanê de “Mertala Ferêt” bidawî bû.

Di dawî civîna Encûmena Asayişa Netewî ya Tirkiyê de, duh biryar li ser bidawîbûna operasyona “Mertala Ferêt” hat dayîn û di daxuyaniyekê de amaje bi wê hate kirin, ku metirsiya gefa DAIŞê ji sînorê Tirkiyê hat dûrxistin.

Herwiha Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim jî di hevdîtineke televizyonî de ragihand, operasyona Mertala Ferêt bi dawî hat.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê di roja 24 Tebaxa 2016an de derbasî nava xaka Rojavayê Kurdistanê bû di herêma di navbera Efrîn û Kobarê de dest bi operasyona Mertala Ferêt kirin.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opzîsyona Sûriyê destpêkê derbasî Cerablusê bûn û piştî 184 rojan derbasî nava bajarê Babê bûn.

Artêşa bi hinceta dûrxistina çekdarên DAIŞê ji sînorê xwe derbasî Rojavayê Kurdistanê, lê piştre berpirsên wî welatî û ji wan jî Serokomarê Recep Teyip Erdogan car bi car radigihandin ku armanca wan ji piştî kontrolkirina Babê, girtina Minbic û beşdarîkirina di operasyona Reqayê de ye.

Lê ev armanca Tirkiyê ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî û Amerîka ve nehat piştevanêkirin, ku Amerîka piştevanî da Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û HSDê ji roja 5 Mijdara 2016an qonaxa yekem ya operasyona bi navê "Hêrsa Feratê" ya rizgarkirina derdora Reqayê dest pê kir.

Tê zanîn, di operasyona 7 meha ya operasyona Mertala Ferêt de, li navçeyên Cerablus û Babê de 71 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.