Diyarbekir û Şirnexê di nava Fûara tûrîzmê de cih girtin

Fuara Travel Expo Enqere li Navenda Kongre û Fûarê ya Congresiuma ATOyê birêve çû. Ev fûara ku li Enqerê birêve çû di warê danasîna nirxên çandî û keleporî û tûrîzma gelek bajarên Tirkiyê de xwedî roleke giring e.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Fuara Travel Expo Enqere li Navenda Kongre û Fûarê ya Congresiuma ATOyê birêve çû. Ev fûara ku li Enqerê birêve çû di warê danasîna nirxên çandî û keleporî û tûrîzma gelek bajarên Tirkiyê de xwedî roleke giring e.

Di nava fûarê gelek bajarên bakûrê Kurdistanê jî cih girtin. Di standa Diyarbekirê de digel Parêzgariya Diyarbekirê, Serokatiya Şaredariya Mezin ya Diyarbekirê, Ajansa Pêşketinê ya Qerecedaxê, Zanîngeha Dîcleyê û Midûriyeta Geştûgûzarî û Çandê ya Parêzgehê jî amade bûn. Digel dîwar û keleha diyarbekir gelek wêneyên ji bajêr jî bo dansînê hatin raberkirin. Midûrê Çand û Geştûguzarê yê Parêzgahiya Diyarbekirê Cemîl Alp diyar kir ku, wan encameke baş ji vê fûarê wergirtiye. Wan bi gelek kompanyayên geştûgûzariyê civîn pêk anîne û vê havînê li bendeyi hejamareke zêdene ku hem geştyarên biyanî hem jî yên Tirkiyê bên û serdana Diyarbekirê bikin.

Midûrê Çand û Geştûguzarê yê Parêzgahiya Diyarbekirê Cemîl Alp di vê derbarê de ji K24ê re wiha axivî: “Armanca me ew e ku em wan rûdanên nebaş ku li Diyarbekirê qewimîn bidin jibîrkirin. Diyarbekir li herêmê bajarê herî ewldar e û mêvanperwer e ku xwedî dîrokeke 12 hezar 500 salî ye. Gora 7 pêxamberan heye li Diyarbekirê. Mazûvaniya 3 olên mezin kiriye.”   

Serokê Dîreya Çand û Geştûguzariyê ya Şaredariya Diyarbekirê Gokhan Guner jî got: “Wek hûn jî dizanin bi Ava Diyarbekir, Geliyê Dîcleyê û saya Bexçeyên Hevselê bajarê me wek mîrateya çandê ya cîhanê hate qebûlkirin ji aliyê UNESCOyê ve. Vî bajarê xwe yê ku di warê çandê de xwedî dewlemendiyeke bêhampa ye dixwazin baştir bidin nasîn hem di warê neteweyî û hem jî navneteweyî de.”

Şirnexê jî bi berik û kilîmên xwe yên bi motîfên Jîrkî û hingivê Bêşebap, Qileban, Cudî û Gabarê ku sirûştî ye û wek şîfayê tê zanîn beşdarî di fûarê de kir.

Midûrê Çand û Turîzmê yê Parêgaha Şirnexê Ramazan Acar got: “Wek hûn dizanin bajarê me Şirnex ji bo aboriyê şer û pevçûn tê zanîn. Em jî wek parêzgeha Şirnexê me divê wan şer û pevçûnan ji mêjiyê gelê Tirkiyê der bixin û em çanda xwe hunera xwe û turîzma xwe bi gel bidin zanîn. Belê parêzgeha me ya Şirnaxê li ser avakirina bajarekî nû dişixule û wê çêbe. Çanda û kultira me û turîzma me wê pêştir biçe.”

Kordînatorê Plansaziyê yê Parêzgariya Şirnexê Yaşar Urek jî dibêje: “Em dixwazin êdî ku Şirnex bi rengê xwe, çanda xwe û bi dîroka xwe ve were pêş da ku miletê derve van tiştan nas bike. Me îsal keştiya Hz. Nuh anî vir ku em dibêjin Hz. Nuh bavê me yê duyemîn yê mirovatiyê ye.”

Hikûmetê bi devkî ragihand ku ew ê bi 140 milyar lireyî yanî 39 milyar dolarî li 23 bajarên bakûrê Kurdistanê veberhênan bikin. Du bajar jî ji wan Diyarbekir û Şirnexê ne. Lê her çiqas bi salan in ev soz tên dayîn jî heta niha vebehênanên bi vî rengî ku projeyên berfireh dihewînin nehatine kirin. Fûarên bi vî rengî wê çiqasî bibe alîkar nayê zanîn lê, li gorî daneyên TUIKê yên sala 2016an li Tirkiyê bi giştî 3 milyon û 330 hezar kes bêkar in. Bi tenê ji sedî 41.4ê wê reqamê yanî kesên ku bêkar in li herêmên wek Diyarbekir û Şirxê dijîn û hîna jî çareyek jê re nehatiye dîtin.