Infografî.. Dengdayîna referandûmê berdewam e

Welatiyên Tirkiyeyê ko dervayî Tirkiyê dijîn di çarçoveya referanduma guhertina yasaya bingehîn de ev 3 roj in diçin ser sindoqan û heta niha 100 hezar deng hatine bikaranîn. Nêzikê 3 miliyon dengdêr li 120 nûnertiyên 57 welatan dengên xwe bikartînin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Welatiyên Tirkiyeyê ko dervayî Tirkiyê dijîn di çarçoveya referanduma guhertina yasaya bingehîn de ev 3 roj in diçin ser sindoqan û heta niha 100 hezar deng hatine bikaranîn. Nêzikê 3 miliyon dengdêr li 120 nûnertiyên 57 welatan dengên xwe bikartînin.

Yek ji welatan jî Almanyayê ko hejmara dengdêrên Tirkiyeyeyê herî zêde li wî welatî ye. Li Almanyayê nêzikê  milyonek û nîv dengdêrên Tirkiyeyê hene û ji 27ê Adarê ve diçin ser sindoqan.

Fransa jî bi 323 hezar dengdêran welatê duyemîn e û pêvajoya dengdayînê li wir jî berdewam dike.

Welatiyên li Hollandayê jî dijîn dê 5ê Nîsanê biçin ser sindoqan û li wir jî 251 hezar deng hene. Hollanda di pêvajoya bangeşeyên refradumê de bi pêwendiyên nexweş yên Tirkiyeyê re balê kişandibû li ser xwe.

Yek ji wan welatên girîng a Ewropayê Belçîka ye û mafê 136 hezar welatiyên Tirkiyeyê hene ko li Belçîkayê deng bikarbînin.

Li Avusturyayê jî wekî Almanya, Fransa û Belçîkayê pêvajoya dengdayînê berdewam dike û li wî welatî jî 107 hezar dengên Tirkiyeyê hene.

Dengdêrên refrandûmê li Iraq û Kurdistanê jî dê 8ê Nîsanê de biçin ser sindoqan û li Iraqê 1919 li Kurdistanê jî 916 dengdêrên Tirkiyeyê hene.

Nêzikê 59 Miliyon welatiyên li Tirkiyeyê jî dê di 16ê Nîsanê de biçin ser sindoqan. AK-Partî û MHP dixwazin encama referandrûmê erê be. Lê partiyên dî yên Parlementoyê yên wekî CHP û MHP jî dixwazin encam na be. Em dê bibînin dê sipêdeya 17ê Nîsanê de encamek çawa derkeve.