HDP: li hemberî ala Tirkıyê ti pirsgirêkên me tune ne

Parêzgeriya Şirnexê, li ser daxwaza Rêveberiya Ewlekariya Bajêr, strana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)’ê ya referandûmê, bi hinceta ku ew stran li dijî hersê xalên Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê ne, qedexe kir.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Parêzgeriya Şirnexê, li ser daxwaza Rêveberiya Ewlekariya Bajêr, strana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)’ê ya referandûmê, bi hinceta ku ew stran li dijî hersê xalên Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê ne, qedexe kir. 

Di stranê de tê gotin ku “ ji yek alê re na, ji yek netewê re na, ji yek zimanî re ne.”  Endamê Desteya Rêveber a HDP’ê Omer Onen dibêje; ji ber ku stran bi zimanê Kurdî ye nayê tehemulkirin. Onen, li ser gotinên ‘ji yek alê re na’ jî got; “Ala Tirkiye ne tenê ala Tirkan e, ala komarekî ku pirnetewe ye lê komar ne demokratîk e.”

Endamê Desteya Rêveber a HDP’ê Omer Onen, li ser vê mijarê ji K24’ê re wiha got: “Ev al tenê ne ya Tirkan e. Yanî a mîletekê ye. Niha heger ku wekî li dewletên din rengên din di alê de xuya nekin û em vê yekê bêjin wekî ku em  li dijî alê ne, rewş wisa tê nîşandan lê tiştek wisa tune ye. Di nav Gelê Kurd de jî nêzîkatiyeke wisa tune ye.”

Omer Onen got jî: “Em rêzê li hemû alan digirin.  Ev ala Komara Tirkiyeyê ya heyî jî bi şerê ku bav û kalên me jî li Çanakkale beşdarbûyîne hatiye amadekirin.  Yanî tenê ne alekî ya neteweyekê, ya miletekî ye; lê ew netewe ne demokratîk e. Heger ku hin aliyên nijadperest alê wekî amûrekî bi kar bînin û aliyekî din ê civakê ji wê dûr bixin, em jî vê yekê qebûl nakin.”