Li Mêrsînê 2 polîs birîndar bûn
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Mêrsînê yê bajarê Tirkiye êriş li otombêleke polîsan hat kirin û di encamê de 2 polîs birîndar bûn.
Îro demjimêr 7.30'ê vê sibê li navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê, kesekî nasnameya wî nediyar bi bombe êriş li otombêla polîsan kir.
Birêveberê Polisê Bajêr da xuyakirin, di êrişê de 2 polîs birîndar bûne û li nexweşxaneyê tên dermankirin û bo girtina êrişkaran jî dest bi operasyonê kirine.