Zavayê Trump serdana Iraqê dike

Şêwirmendê Serokê Amerîka Jared Kushner û Serokerkana Hevbeş a Amerîka General Joseph Dunford serdana Iraqê dikin.

K24 – Navneda Nûçeyan

Şêwirmendê Serokê Amerîka Jared Kushner û Serokerkana Hevbeş a Amerîka General Joseph Dunford serdana Iraqê dikin.

Berpirsekî Amerîkî ya pilebilind di rêveberiya Serokê Amerîka Donald Trump de ji “Reuters” re ragihand, Şêwirmendê Serokê Amerîka û zavayê wî Jared Kushner û Serokerkana Hevbeş a Amerîka General Joseph Dunford serdana Iraqê dikin.

Wî jêderî ku nexwastiye navê wî aşkerekirin got, zavê Trump, Jared Kushner dixwaze bixwe Iraqê bibîne û piştevaniya xwe ji hikûmeta Iraqê re nîşan bide.

Tê zanîn roja 20 Adarê yekem car Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li Amerîka ligel Donal Trump civiya. Piştre Ebadî ragihand, wan alîkariyên zêdetir yên Amerîka bo şerê DAIŞê bidest xistine .

Trump roja 20 Çileya îsal hate ser desthilata Amerîkayê û soz da ku stratejiyeke nû bo jinavbirina DAIŞê bi rê ve bibe.

Serdana zavayê Trump bo Iraqê hevdem e ligel berdewambûna şerê rojavayê Mûsilê, ku hêzên Iraqî hewla kontrolkirina dawî pêgehên DAIŞê li taxên kevin didin, ku ji sedî 60 ji aliyê rojava Mûsilê hatiye kontrolkirin.