Li Rihayê çêkirina neyê

Amûra mûzîkê ney ya ku bi qamîş tê çêkirin û cureyekî bilûrê ye heta diçe ber destê hunermendan di merhaleyên dûvedirêj û zehmet de derbas dibe.
kurdistan24.net

 

K24 – Riha

Amûra mûzîkê ney ya ku bi qamîş tê çêkirin û cureyekî bilûrê ye heta diçe ber destê hunermendan di merhaleyên dûvedirêj û zehmet de derbas dibe.

Li Rihaya bakurê Kurdistanê welatiyê bi navê Ahmet Ateşê 30 salî li navenda bajêr ji xwe re kargehek vekiriye û li vir bi qamişên ku ji ser behra bi navê Asî tîne pê amûra mûzîkê ya bi navê Neyê çêdike. Ateş ev deh sal in vî karî dike û ev neyên ku çêdike jî ji bo neyjenên di nava Tirkiyê û derveyî Tirkiyê dişîne. Ahmet Ateş ligel çêkirina neyê bi karê neyjeniyê re jî eleqedar dibe û dibêje ku her çiqas lêxistina neyê zehmet e be jî lê belê dengê wê mirovan mest dike.

Honasê Neyê û Neyjen Ahmet Ateş li ser Amûra neyê wiha ji K24ê re axivî: “Eleqeya min ya ji o neyê ji dergehan tê. Ney bi qamişên avê tên çêkirin. 9 girên neyê hene ew qamişên ku kêr vê pîvanê ten bi wan ney tê çêkirin. Binyada neyê digihêje Sumeriyan, lê belê herî zêde di heyama Hz.Mevlana de tê zanîn. Di kelepora Mesnevitiyê de neyê dişibînin insanê kamil.“

Qamişên ku tên amadekirin nêzîkî du salan di odeyekê de dimînin da ku hişk bibin. Pişt re bi agir qamiş tên rastkirin û nîveka wan tê valakirin. Akorda neyê dema ku tê çêkirin tê eyarkirin. Herwiha mamosteyên mûzîkê û neyjen jî dibêjin ku di dîrokê de amûrên yekem yên mûzîkê amûrên fûyî ne.

Mamosteyê Mûzîkê Mete Korkmaz jî dibêje: “Ney herî zêde di kelepora Rojhilata Navîn de cih digre. Di cografyeya me de jî tim û tim tê dîtin. Ney amûra ku herî nêzîkî dengê mirovan e. Amûrên  pêşî yên dîroka mirovahiyê de yên fûyî û lêdanî ne.”

Neyjen Halîl Dagli jî got: “Lêxistina wê gelekî tiştekî xweş e. Gelekî zehmet jî nîn e. Nika şivanên me gavanên me li ber pêz û dewaran pir xweş dikarin lêxin ne zor e yanî.”

Hosteyê neyê dibêje ku rojane ew dikare tenê du neyan çêbike ji ber ku karekî giran û pir bi zehmet e. Herwiha ev neyên ku bi taybetî li ser daxwazê tên çêkirin, li gorî qalîteya qamiş di navbera 150 û 500 lîreyê Tirkî de tên firotin û ji bo derveyî Tirkiyê jî ev ney tên şandin.