Hevseroka KCD Leyla Gûven hate binçavkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Gûven hate binçavkirin.
Îro bi boneya rojbûna Rêberê PKKê Andullah Ocalan, li bajarê Rihayê li gundê Amarêyê pîrozbahî hatin kirin. Hevserokê KCDyê Leyla Gûven jî piştî pîrozbahiyê dema ji gundê Amarayê derdiket ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.
Polîsan, Leyla Gûvenê birin rêvebergeha Asayîşa Rihayê.
Hat zanîn ji bilî Hevseroka KCDê çend kesên dî jî hatine binçavkirin.
Leyla Guven berî bibe Hevseroka KCDê Şaredara Weranşarê bû.