Mogherini: Beşar Esed berpirsê êrîşa kîmawî ye

Berpirsa Siyaseta Derve di Yekîtiya Ewropayê de ragihand, Beşar Esed berpirsê sereke yê êrîşa kîmawî ya li Idlibê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsa Siyaseta Derve di Yekîtiya Ewropayê de ragihand, Beşar Esed berpirsê sereke yê êrîşa kîmawî ya li Idlibê ye.

Berpirsa Siyaseta Derve di Yekîtiya Ewropayê de Federica Mogherini û Nûnerê Navdewletî ya Taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura li Brukselê derbarê êrîşa kîmawî ya li ser Xan Şêxonê de konferanseke rojnamevanî lidar xistin.

Federica Mogherini ragihand, Serokê Sûriyê Beşar Esed berpirsê sereke ye di ber êrîşa ku bi kîmawî li Xan Şêxonê hatiye kirin, ji ber ku parastina gelê Sûriyê ji berpirsayetiya wî ye.

Ji aliyê xwe ve, De Mistura jî got: “Êrîşa ku li parêzgeha Idlibê bûye karekî hovane ye. Ez bi bawer im ku Encûmena Asayişa Navdewletî dê bo vê êrîşê bicive û dê berpirsê vê êrîşê ceza bike.”

Îro gundê Xan Şêxonê ya li parêzgeha Idlibê bi çekê kîmawî hate bombebarankirin. Rojnamevan û Dr. Îbrahîm Îsmaîl ji Idlibê ve ji K24ê re ragihand, di encama êrîşa kîmawî ya li ser Xan Şêxonê de zêdetirî ji 100 welatên sivîl canê xwe jidest dan û hejmarek mezin ji birîndaran hene.

Îtîlafa opozîsyona Sûriyê di daxuyaniyekê de rêjîma Sûriyê bi encmdana wê komkujiyê tawanbar kir û daxwaz ji Encûmena Asayişa Navdewletî kir, ku bi erkên xwe li hember vê komkujiyê rabe û lêkolînekê derbarê wê êrîşê de bike.