Li Edenê bi tohmeta PKK hatine binçavkirin

Li bajarê Edenê yê Tirkiyê 14 kes bi tohmeta bangeşeya PKKê kirine, hatin binçavkirin.

K24 – Navneda Nûçeyan

Li bajarê Edenê yê Tirkiyê 14 kes bi tohmeta bangeşeya PKKê kirine, hatin binçavkirin.

Îro danê sibê polîsên dijîterorê li bajarê Edeneyê li dijî kesên ku bi riya tora medyaya civakî bangeşeya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kirine operasyon pêk anî û bi ser mala wan de girtin.

Di encamê de 14 kes hatin desteserkirin.  Polîs bi dû 6 kesên dî ne jî û ji bo girtina wan operasyon berdewam dike.

Lêpirsîna binçavkiriyan li Rêvebergeha Asayîşa Edeneyê berdewam dike.