Endana Muftî: Ala Kurdistanê li Kerkûkê nayê xwarê

Piştî civîna şanda Herêma Kurdistanê ligel Tevgera Şedir di konferanseke rojnamevanî de, endamê şanda herêmê Ednan Muftî ragihand, Ala Kurdistanê li Kerkûkê nayê xwarê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî civîna şanda Herêma Kurdistanê ligel Tevgera Şedir di konferanseke rojnamevanî de, endamê şanda herêmê Ednan Muftî ragihand, Ala Kurdistanê li Kerkûkê nayê xwarê.

Di konferansa rojnamevanî de, nûnerê Tevgera Sedir ragihand, hemû pêkhateyên Iraqê bi hev re qurbanî dane û di destûrê de hatiye, Iraq federalî ye û Herêma Kurdistanê taybetmendiya xwe heye.

Herwiha got jî, ew taybetmendî di hemû waran de jî lixwe digire û pêwîstiya wê bi danûstandin û jihevtêgihêştin heye di jêr saya niştimanî de ligel hikûmeta federalî de. Tevahiya rolên Herêma Kurdistanê û Heşda Şeibî û hêza Pêşmerge hemû bi hev re di berevaniya de û di şerê DAIŞê de.

Endamê şanda Herêma Kurdistanê Ednan Muftî derbarê biryara Parlementoya Iraqê ya daxistin Ala Kurdistanê de jî got: “Me ligel Tevgera Sedir û ligel Serokê Parlementoya Iraqê jî axivîn û me got, Ala Kurdistanê li Kerkûkê nayê xwarê.”

Şanda hevbeş a Herêma Kurdistanê ku ji her yek Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên, Sekreterê Polîtbîroya PDKê Fazil Mîranî û endamê Polîtbîroya YNKê Ednan Muftî pêk tê, bo guftûgokirina pirsa referandûmê û Ala Kurdistanê li Kerkûkê îro serdana Bexdayê kir û ligel aliyên siyasî yên Iraqî civiyan.