Zaxarova: Ti projebiyarekê li dijî rêjîma Sûriyê qebûl nakin

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zaxarova ragihand, projebiryara NY yê derbarê êrîşa kîmawî li Idlibê nayê qebûlkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zaxarova ragihand, projebiryara NY yê derbarê êrîşa kîmawî li Idlibê nayê qebûlkirin.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zaxarova di konferanseke rojnamevanî de ragihand, niha dem ne guncaw e bo qebûlkirina biryarekê derbarê êrîşa kîmawî de.

Amerîka, Brîtanya û Fransayê derbarê bikaranîna çekê kîmawî li Idlibê de, projebiryarek pêşkêşî Encûmena Asayişa Navdewletî kir. Li gor wê projebiryarê, divê rêjîma Sûriyê plana firokeyên xwe ya roja Sêşemê (Roja Êrîşa kîmawî) ligel navên hemû fermandarên refên helîkopteran pêşkêşî Komîta Lêkolîna Navdewletî bike.

Herwiha di wê projebiryarê de hatiye, divê rêjîma Sûriyê rê bide Komta Lêkolîna Navdewletî ku derbasî binkeya esmanî ya ku gûman li ser wê heye ku helîkopterê jê wê de firîne û êrîş kirine, bike.

Rûsya berê 7 caran karta Veto di encûmena Asayişa Navdewletî de li dijî projebiryarên ku li dijî rêjîm û serokê Sûriyê ne, bikar anîne.