Amerîkî hewla pêkanîna dadgeheke taybet bi Sûriyê dike

Encûmena Pîran ya Amerîkayê projeyek ji bo pêkanîna dadgehekê ji bo sizakirina kesên ku tawanên şer li Sûriyê kirine, pêşkêş kirine.

K24 – Navneda Nûçeyan

Encûmena Pîran ya Amerîkayê projeyek ji bo pêkanîna dadgehekê ji bo sizakirina kesên ku tawanên şer li Sûriyê kirine, pêşkêş kirine.

Hin endamên Encûmena Pîran de projeyekê de bi bin navê “Yasaya sizakirina berpirsên tawanên şer li Sûriyê” pêşkêş kirine, ku bi gotina wan ew dadgeh dê mafnas, dadger û pisporên navxweyî û biyanî li xwe bigire, ji bo sizakirina kesên ku tawan li dijî mirovatiyê li Sûriyê kirine.

Kesên ku ew proje pêşkêş kirine ji herdu partiyên (Komarî û Demokratî” ne. Senator Marco Rubio ku yek ji wan Kesên ku ew proje pêşkêş kirine ye ragihand, armanc ji vê projeyê ew e, gerentiya sizakirina berpirsên ku mafê mirovan li Sûriyê binpê dikin e.

Ew proje ji Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson hin dezgehên din re hatiye pêşniyarkirin, bo  karînên dariştina “Pêkanîna mîkanîzmeke yasayî” li Sûriyê bixwîne, di nav de jî pêkanîna dadgehekê.

Armanca wê projeyê ew e ku, alîkariya kes û dezgehên ku li gûmanbarên ku tawanên şer kirine digerin û belgeyan kom dikin, bike.