Ji bo alîkariya penaberan, Dezgeha Xêrxawzî ya Barzanî hat xelatkirin

Ji bo xêr û alîkariyên ku ji aliyê Dezgeha Barzanî ve li penaberên Sûrî hatine kirin, Dezgeha Aştîxwaz a WIAM û Opozîsyona Sûrî li Stenbolê bernameyek li dar xist û plaket teqdîmî berpirsên Dezgeha Barzanî kir.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Ji bo xêr û alîkariyên ku ji aliyê Dezgeha Barzanî ve li penaberên Sûrî hatine kirin, Dezgeha Aştîxwaz a WIAM û Opozîsyona Sûrî li Stenbolê bernameyek li dar xist û plaket teqdîmî berpirsên Dezgeha Barzanî kir.

Komeke berpirsên Opozîsyona Sûrî û Saziya Aştîxwaz a WIAM li Stenbolê ji bo alîkariyên ku ji aliyê Dezgeha Barzanî ve li her çar perçeyên Kurdistanê û li welatên derûdor bo penaberan hatine kirin bernameyeke taybet li dar xist.

Di bernameyê de kesên beşdar spasiya Dezgeha Barzanî kirin ku heta niha alîkariya bi sed hezaran xizan û penaberan kirine.

Endamê Komîteya Siyasiya Îtilafê Abdil Ilah Fehed di rêwresma xelatkirinê de wiha got: “Rehmetî Mele Mistefa Barzanî digot: "Eger welatparêzî sûç be, sûcdarê herî mezin ez im" Gotina Mele Barzanî behsa kêşeya me ya îroyîn dike. Em spasiya Dezgeha Barzanî dikin ku ji bo penaberan bûne alîkar. Ji ber hezkiriya welat, em xelkê Sûrî bi mirin, bi birçîbûnê tên cezakirin. Zû yan dereng helbet em ê rojekê vegerin welatê xwe.”

Ji bo alîkariyên ku li penaberan hatine kirin, plaketekê pêşkêşî Dezgeha Barzanî hat kirin.

Endamê Dezgeha Barzanî Abdulwahîd Etruşî li ser vê xelatê ji K24ê re got: “Îro ji zêdetirî 241 hezar penaberên Sûrî li Kurdistanê li parêzgehên Hewlêr, Duhok û Silêmanî dijîn. Xizmet û xebatên me ji bo penaberan bênavber berdewam e. Bi rastî ev xelata ku me re hatiye dayîn bar û berpirsiyartiya me jî girantir kir û em ê hewlên xwe bo penaberan bidomînin.