Beşikçi: Ji xwe Kerkûk bajarek Kurd e!

Sosyologê navdar Ismail Beşikçi girêdayî hildana Ala Kurdistanê li Kerkûkê û helwêsta Bexda, Tehran û Enqere diyarkir ku, ya girîng yekîtiya Kurdan di çarçoweya nirxên Milli yên Kurdan de ye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Sosyologê navdar Ismail Beşikçi girêdayî hildana Ala Kurdistanê li Kerkûkê û helwêsta Bexda, Tehran û Enqere diyarkir ku, ya girîng yekîtiya Kurdan di çarçoweya nirxên Milli yên Kurdan de ye.

Beşikçi rexne li helwêstên Enqere girtin ku qala “iradeya neteweyî” dikin, lê rastiya Kerkûkê nayînin ziman. Beşikçi got ku, wê demê mafê Kurdan jî heye bibêjin ku, Stenbol bajarek Kurd e.

Beşikçi di hevpeyvîna xwe ligel “1habervar“ de herweha li ser çendîn pirsên din girêdayî Kerkûkê rawestiya, wekî erebkirina vî bajarî. Herweha anî ziman ku, Turkmen beşek in ji Kerkûkê, ne piraniya wî bajarî ne.