Ebadî ne ligel referendûmê li Kerkûkê ye

Serokwezîrê Iraqê di presskonferansa xwe li Bexdayê de diyarkir ku, pêkanîna bînkeyên serbazî yên Amerikayê li Iraqê ne di rojeva wan de ye. Got ku “Iraq jî perçe nabe”

K - 24 Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqê di presskonferansa xwe li Bexdayê de diyarkir ku, pêkanîna bînkeyên serbazî yên Amerikayê li Iraqê ne di rojeva wan de ye. Got ku “Iraq jî perçe nabe”

Di heman presskonferansê de Ebadî ragihand ku, “Ew ne li gel pêkanîna referendum li Kerkûkê ye. Referendûm bi daxwaza girêdana Kerkûkê bi Kurdistanê nikare pêk were, ji ber ku hîn jî deverên Kerkûkê di bin destê DAIŞ de hene û gelek ji hevwelatiyên wir koçber bûn e. Em dixwazim pirsgîrêk bi rêya diyalogê û danûstandinan çareser bibin.”

Ebadî gor ku “Me daxwaza bînkeyên serbazî yên Amerikayê redkir. Niha li Iraqê biqasî 5 200 serbazên Amerîkî hene. Lê, kes ji wan di sere bêjahî de cîh nagire. Karên rahênan, perwerdehî dikin.”