Barzanî roleke dîrokî hildaye ser şanê xwe

Latif Epozdemir:

K24 – Navenda Nûçeyan

Pirsa serxwebûna herêma Kurdistanê, ji babetek navxweyî derketiyê, bûye mijareke navneteweyî ya girîng. Herweha diyar e pêkanîna raya giştî ya xurt di nav gelê me de, wekî pêwîstiyekê derketiye pêş.

Di vê derbarê de, wekî Kurdistan24 me xwest bîr û rayên partî û kesayetiyên navdar ên Kurd li Bakur, bigihînin raya giştî.

Hevpeyvîna ligel  Cîgirê Serokê Giştî yê HAK-PARê Latif Apozdemir:

Kurdistan24: Hûn konjoktûra neteweyî û navneteweyî di mijara Serxwebûna Kurdistanê de amade dibînin?

Latif Epozdemir: Bi raya min roj ev roje ku lazim e Kurd ji vê serdemê sûd wergire û jîyanek serbixwe damezrîne. Şert û derfetên derve ji bo nasandin û pejirandina Kurdistanek serbixwe amade nin. Her çend asteng û mûşkil û rayên cûda di navbera hêzên serekeyên Başûr dehebin jî,  ez bawerim wê bi şîweyek rasteqîn werin çareser kirin.

Kurdistan24: Struktura binameyên dewletî yên herêma Kurdistanê, ji bo ragihandina Serxwebûna Kurdistanê amade ne / têr dikin?

Latif Epozdemir: Helbet her tiştek ji bo berdewamîya Kurdistanek serbixwe ne rêk û pêk e. Binyatek baştir hebûya hîmê dewletek serbixwe qayimtir dibu. Lê dem li benda tu kesî ranawestê. Eger kêm û eger zêde lazim e ev dema geyîştî nebore.

Kurdistan24: Girîngiya ragihandina serxwebûna Kurdistanê, di dema niha de, hûn çawa dinirxînin?

Latif Epozdemir: Serxwebuna Kurdistanê hest û bawerî û dilsozîya hemû Kurdan wê qayîmtir bike. Rageyandina serxwebunê wê bibe sedemê zeximbuna haletê ruhîye a gelê Kurdistanê.

Kurdistan24: Radeya pêşketina civatî / neteweyî gihiştiye wê ast a ku serxwebûn, wekî xal a herî girîng hatiye pêş herêma Kurdistanê?

Latif Epozdemir: Bi raya min civaka navnetewî vê qonaxê danîye ber Kurdên başûr. Li Başûrê Kurdistanê astek bilind a neteweyî her hebûye. Lewraye ku ev ast eger bi paldararîya civaka navnetewi re bikeve rê , herçend kêmasî hebin jî, wê serketin her hebî.

Kurdistan24: Aboriya, ewleyiya, binamayên civatî / neteweyî, rewşa coxrafî, demografî, diplomasî ya Kurdistanê, di wê radê de ye ku serxwebûn bête ragihandin?

Latif Epozdemir: Ez bawerim wêrekîyek sîyasî hewceye. Sîyaset hunerê encam bidestxistinê ye. Kurdistan welatek dabeşkirî ye. Ev sînor ne rewa ne. Tu kes nikare vî halê dabeşkirî ta ebed qebul bike. Çareseriyek yekser lazim e û ew şerd îro geyiştine.

Kurdistan24: Dem a dewleta neteweyî qediya ye?

Latif Epozdemir: Ji bo kurdan na. Lewra Kurd hê bextewarîya dewletbuyînê nehebandine. Ew hevoka ku dibeje  “Dem a dewleta neteweyî qediya ye”  ji bo Kurdan hevokek derew e. Ev hevok tênê xapandina Kurdane. Pêşîlêgirtina maf û berjewendîyên netewîyên gelê Kurd e.

Kurdistan24: Girîngiya serxwebûna Kurdistanê, ji bo netewe / yên, civat û kesayetiya Kurd çi ye?

Latif Epozdemir: Serbilindî, kûbarî,şanazî û bextewarîyek mezin e. Dilxweşîye, encamdana xewn û raza netewehîye ku bi sedan sale Kurd li benda wê ne.

Kurdistan24: Serxwebûna Kurdistanê,  çi bandorek erênî li rewşa ewleyî, aştî û pêkvejiyanê ya herêmê / cîhanê dike?

Latif Epozdemir: Helbete Kurd heqê xwene ku bibin dewletek serbixwe û her wiha bibin endamê Yekîtîya Miletan. Ji bo aştîya herêma rojhilata naverast, ji bo çareserîyên sereke yên herêmê û cihanê çareserkirina pirsa Kurdî bandorek baş datîne ser bîr û raya hêzên herêmê û yên cihanê.

Kurdistan24: Herêm û cîhan amade ye, dewleta Kurdistanê nas bike?-

Latif Epozdemir: Bi raya min erê. Eger çend dewletên herêmê li dijê sexwebuna Kurdistanê jî bin, lê li cîhanê hêzên hevpeyman û demokratik wê piştgirîya Kurdistanek serbixwe bikin.

Kurdistan24: Rola Serok Barzanî di amadekirin û ragihandina Serxwebûna Kurdistanê de?

Latif Epozdemir: Mesûd Barzanî, ji alîyê piranîya Kurdan ve tê hezkirin. Piranîya Kurdan pê bawer dikin, ji dilovanî û dilsozîya wî şik û guman nakin. Lewra tenê di pêşengiyek şexsîyetek wiha hêja û bawerpêkirî de karên mezin encam didin. Serok Berzanî, bi dil û can serxwebûna Kurdistanê divê. Barzanî, wek exd û qewlek dixwaze Kurdistanek serbixwe dîyarî nivşên nû bike. Berzanî lewra roleke dîrokî hildaye ser şanê xwe. Miletê Kurd minetdarê wî ye.