Can Dost: Romana min, şermezarkirina kuştinê ye

Nivîskarê Kurd yê ji Rojavayê Kurdistanê Can Dost bi berhemên xwe yên nivîskî, di nav xwendekarên Kurdiya Kurmancî û zimanê Erebî de navdar e, lê niha gelek romanên wî bi zaraveyên Kurdiya Soranî jî hene. Bi boneya vekirina Pêşengeha Pirtûkan ya Navdewletî li Hewlêrê, Can dost ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdisntaê ve hat vexwendin û çendîn simînar jî li Hewlêrê encamdan.
kurdistan24.net

 

K24 – Hewlêr

Nivîskarê Kurd yê ji Rojavayê Kurdistanê Candost  bi berhemên xwe yên nivîskî, di nav xwendekarên Kurdiya Kurmancî û zimanê Erebî de navdar e, lê niha gelek romanên wî bi zaraveyên Kurdiya Soranî jî hene. Bi boneya vekirina Pêşengeha Pirtûkan ya Navdewletî li Hewlêrê, Can dost ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdisntaê ve hat vexwendin û çendîn simînar jî li Hewlêrê encamdan.

Di heyma va serdana de Can Dost çendîn simînar lidar xistin û pirtûk û romanên wî jî ji aliyê xwendevanan ve bi îmze hatin diyarîkirin. Di nav berhemên Candost de Romaneke Kumkujiya Amûdê jî heye ew jî bi navê “Xwîna li ser Minareyê” ye.

Li ser vê romanê Candost ji K24ê re got: “Kurd wek miletekî bindest nabe hev bikujin. Dikarin ne wek hev biramin, lê nabe xwîna hev birjînin. Birakujî hêla sor e. Dema komkujiya Amûdê bûye, ji hêrsa re min nikarî heta bi Kurdî hestên xwe derbibiriya. Ev romana min wek şermezarkirina mirovan e.”