Biryar e 11/6 hilbijartina Serokê Herêmê û Parlementoyê were kirin

Xula sêyemîn ya Parlementoya Kurdistanê niha bidawî dibe û di rewşa asayî û yasayî de pêwîst e roja 11 Hizêranê hilbijartina bo xula çaremîn ya Parlementoya Kurdistanê encam bide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Xula sêyemîn ya Parlementoya Kurdistanê niha bidawî dibe û di rewşa asayî û yasayî de pêwîst e roja 11 Hizêranê hilbijartina bo xula çaremîn ya Parlementoya Kurdistanê encam bide.

Endamekî Encûmena Komisyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê ji malpera K24ê re ragihand: “Ew wek komisyon dest bi amadekariyên pêwîst bo hilbijartinê kirine, lê pêwîst e berî du mehan ji encamdana hilbijartinê, wek ku di yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hatiye diyarkirin, Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz ji komisyonê bike, ta hilbijartin li Herêma Kurdistanê were encamdan.” 

Endamê Encûmena Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê Dr. Cotyar Adil
Endamê Encûmena Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê Dr. Cotyar Adil

Endamê Encûmena Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê Dr. Cotyar Adil amaje bi wan karan kir, ku niha komisyon amadekariyan bo hilbijartina dahatû ya Serokatiya Herêma Kurdistanê û Parlementoya Kurdistanê di yek demê de dike û di wê derbarê de got: “Niha stafên me temam in û kar bo tomarkirina dengdarên hilbijartinan û tomarkirina beşdarên rapirsiyê dikin, ku du tomarên cuda ne, ligel amadekirina teknelojiyên pêwîst û pêşketî bo komkirina dengan.”

Dr. Cotyar Adil got jî: “Ji ber ku roja 11 Hizêrana 2013an xul sêyem ya Parlementoya Kurdistanê sûnd xwaribû û wek yekem roja karê vê xuleya parlementoyê tê hejmartin, roja 11 Hizêrana 2017an û li gor rojimêra zayînî dibe 4 sal, pêwîst e hilbihartina xula nû ya parlementoyê were kirin, ji ber ku di wê rojê de karê xula sêyemîn bidawî dibe. Lê wek di yasaya Serokatiya Herêmê de hatiye, dibe berî 60 rojî Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz ji Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê bike, ta hilbijartin birêve biçin.”

Derbarê egera encamdana referanfûma serxwebûna Kurdistanê, ku niha gavên wê dest pê kirine, ligel hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê û Parlementoya Kurdistanê de, Dr. Cotyar Adil got: “Diyarkirina wê rojê ne di destê komisyonê de ye, lê wek nêrîna min ya teybet, bi guncawî dizanim ku referandûm ligel hilbijartinê were kirin.”

Li gor zanyariyên K24ê, niha komisyon bi temamî bo encamdana hilbjiartinê amade ye û çaverêyî wê yekê ne ku berî 60 rojî ferman ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê were dayîn, ta di roja 11 Hizêranê de û di dema xwe de herdu hilbijartin, xula çaremîn a Parlementoya Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê werin encamdan.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bo vê mebestê, 22 milyon dolar ji ji Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê re terxan kiriye, bo encamdana herdu hilbijartinan.