CHP û HDP banga betalkirina referandûmê kirin

Reaksiyonên derbarê referandûmê de berdewam dikin. HDP û CHP îdia dikin ku di referandûmê de binpêkirin pêk hatiye. Ji bo betalkirina referandûmê jî wê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bixin.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Reaksiyonên derbarê referandûmê de berdewam dikin. HDP û CHP îdia dikin ku di referandûmê de binpêkirin pêk hatiye. Ji bo betalkirina referandûmê jî wê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bixin.

Nîqaşên li ser encamên referandûma 16ê Avrêlê ya Destûra Bingehîn de ku ji binîve guherîna pergala Tirkiyê dihewîne berdewam dikin. HDP û CHPê derbarê binpêkirin û wan pusulayên dengan ên bê mohr de ji niha ve serî li gelek Lijneya Hilbijartina Navçeyan û Lijneya Bilind ya Hilbijartinê da.

CHP û HDP îdia dikin ku dengên “nexêr” hatine dizîn û Lijneya Hilbijartinê ya Bilind jî di referandûmê de bi biryar û karîgeriyên xwe parastina desthilatê kiriye. Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Bulent Tezcan diyar kir ku ev referandûm wê di nava rûpelên reş yê dîrokê de cihê xwe bigire, Lijneya Bilind ya Hilbijartinê rê li ber dengên sexte vekiriye ku bi awayekî yaseyî bên pejirandin. Ev destûra nû ne destûreke meşrû ye.       

Cîgirê Serokê Giştî CHPê Bulent Tezcan got: "Yek tişt tenê heye ku li ser esasên tewereya hiqûqê dilê gel rehet bike. Ew jî betalkirina referandûmê ye ya ji aliyê Lijneya Bilind ya Hilbijartinê ve. Di referandûmê de rêgeza "jimartina vekirî" hatiye binpêkirin. Piştî ku hemû belge û rêgezên hatine bipêkirin me berehvkirin, ger pêwîst bike ji bo betalkirina referandûmê em ê pêşî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn û bişûnde jî li Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê bixin."

Berdevkê HDPê Osman Baydemîr jî li dij encamên referandûmê û bertek nîşan da û got; ligel hemû çewsandimna jî 24 milyon mirov li dora dengê "Na" civiyan, lê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind darbeyek pêk anî. Ji ber ku lijneyê pusulayên bê mohr pejirandine guman xistiye nava hilbijartinê. Ev lijneya ku divê li gor yaseyan tevbigere di referandûmê rex girtiye û ew prosesa deryaseyî ya berî hilbijartinê jî berdewam kiriye.

Berdevkê HDPê Osman Baydemîr jî got: “Ev pakête ku bi tundî û zorê hatiye ferzkirin ne meşrû ye. Encamên referandûmê ne demokratîk, têr guman in. Hemû endamên me yên lijneya sindoqan hatin durkirin. Lê ligel vê yekê jî Kurdan mirin da pêşiya xwe û çûn ser sindoqan. Di vê referandûmê de Kurdan ji dijmanatiya Kurdan û şer re got "Na." Beyî Kurdan ne mimkûne ku rejime demokratîk ava bibe. Ji bo betalkirina referandûmê merciyeke tenê heye ew jî Dadgeha Destûra Bilind e. Piştî nirxandina hemû bervêdanan em ê serî li dadgehê bixin ji bo betalkirinê.”

Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind Sadî Guven jî li beramberî van reaksiyonan û îdiayên CHP û HDPê yên derbarê wan pusulayên bê mohr de daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand û got; heta neyê peytandin ku ew pusulayên dengan ji derve hatine peydakirin wê ew deng pejirandî bimînin. Ew pusulayên dengan bi filigran in û ji aliyê lijneyê ve taybet hatine çapkirin.